Wê Bînalî Yildirim li Elmanyayê bi protestoyan bê pêşwazîkirin

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê ku wê were Elmanyayê, wê ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropa û Tirkiyeyiyan ve were protestokirin.

Li ser banga ‘Platforma Na’ nûnerên rêxistina eyaleta NRW ya partiya Çep (Dîe Lînk), rêxistinên Oberhaûsen, îtifaqa Antîfaşîst a Oberhaûsen, Mudahalesî ya Çep (Înterventîonîsceh Lînke), Sendîkaya Zanîst û Perwerdehiyê ya Elman a Dusseldorf (GEW), Rêxistina Ciwanên Partiya Çep a Oberhaûsen (Lînksjûgend Oberhaûsen Solîd), Yekîtîiya Antîfaşîstên Elman ên Dusseldorf (VV.Bda), Yekîtiya li Dijî Nîjatperestan a Dusseldorf (DSSQ), Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Elmanyayê (NAV-DEM) FÎDEF, Li Elmanyayê Malêngel, HDK-Elmanya, Ji bo Aştiyê Rewşenbîr Forma Ewropa û li Ewropayê Platforma Na raja 14’ê Sibatê beşdarî civîna ku bi lezgîn li Navenda Tirkiyeyiyan a li bajarê Dusseldorfê hatibû lidarxistin bibûn. AGÎF, ATÎF û ADHK ên ku beşdarî civînê nebibûn diyarkirin ku wê piştgirî nedin çalakiya protesoyê ya platformê.

Platformê bang li her kesê kir ku Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê ku wê roja 18’ê Sibatê were Elmanyayê protesto bikin.Wê roja 18’ê Sibatê li bajarê Oberhaûsenê di saet 11:00’an de mîtînga ‘NA’ wê bê destpê kirin. Piştî mîtîngê wê girseya gel wê li Wîlly Brandt Platz a navanda bajarê Obernaûsenê kom bibin, wê ber bi arenaya ku wê Bînalî Yildirim baxive ve meşekê li dar bixin. Mîtînga protestoyê ya ku wê li ser banga Partiya Çep a Elman (Dîe Lînk) were lidarxistin wê ji aliyê Platforma Na ya Ewropayê ve jî bê piştgirîkirin.