Wê bibe destpêkeke nû
Ji fermandarên QSD'ê Clara Reqa, ku di koordîneya pêngava Reqayê de cih digire got, "Bandora leşkerî û siyasî ya rizgarkirina Reqayê wê mezin be. Wê rêveçûna şer biguherîne û bibe destpêkeke nû."
Ji fermandarên QSD'ê Clara Reqa, ku di koordîneya pêngava Reqayê de cih digire got, "Bandora leşkerî û siyasî ya rizgarkirina Reqayê wê mezin be. Wê rêveçûna şer biguherîne û bibe destpêkeke nû."
Fermandar Clara Reqa li ser rizgarkirina bajêr ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û di destpêkê de got, "Ez fermandarên me yên di pêngava Reqayê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn Şevîn, Zozan, Çiya, Sozdar, Ednan Ebû Emced û hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim û dibêjim, ku me bi bîranîna wan Reqa rizgar kirin."
Clara Reqa diyar kir, ku ew ji bo azadiya hemû gelên li Rojava şer dikin û bêyî rizgarkirina hemû bajarên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê nikarin vê armanca xwe bi ser bixînin. Reqa got, "Ji bo beralîkirina dagirkerî û gefên êrîşê, ji bo azadiya vê axê, aştî û aramiyê, tevî hemû pêngavên din, diviyabû me dest bi pêngava Reqayê bikira."
'GELÊ REQAYÊ PIŞTGIRIYEKE MEZIN DA ME'
Fermandar Clara Reqa bi bîr xist, ku li gel zexta giran a li gel, çeteyên DAIŞ'ê bi salan li dijî wan propaganda dijber û reşkirinê meşandin û got, "Hevrêyên me yên ku ji bo azadiya Reqayê canê xwe feda kirin û ji bo parastina gel bedena xwe kirin sîper, ev propaganda pûç kirin. Gel, her ku fedakarî û lehengiya hevrêyên me yên di şer de dît, nas kir ku propaganda hatiye kirin ne rast e. Piştî ku her gund, her taxek hate rizgarkirin, di demeke kin de gel li malên xwe vegeriyan. Me li ser daxwaza gelê Reqayê dest bi vê pêngavê kir."
Clara Reqa anî ziman, ku di dema pêngavê de gel bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî li hêzên QSD, YPG û YPJ'ê kir û ev yek di dîmenan de jî gelek caran xuya kir.
Reqa got, "Gelê Reqayê piştgiriyeke mezin da me. Ji herêmên di çarçoveya pêngavê de hatin rizgarkirin, bi sedan ciwanên Ereb ji bo cihê xwe di nava şer de bigirin tevlî nava refên QSD'ê bûn. Bi dehan ji van ciwanan şehîd bûn. Gel bi salan li benda vê kêliyê bû. Ji ber vê yekê, dema derfetên azadiyê derketin holê, gelekî hêja dît û destek da. Di pêngavê de piştgiriya gel gelekî girîng bû."
REWŞA REQAYÊ YA JI NIHA Û PÊ VE
Têkildarî paşeroja Reqayê jî fermandar Clara Reqa wiha got: "Ji roja destpêkirina pêngavê û vir ve ev pirs gelek caran tê ber guhê me. Tê meraqkirin ku piştî dagirkeriya DAIŞ'ê wê sîstemeke çawa bê avakirin. Felsefeyeke me ya jiyanê heye ku cudahiyê dixe navbera me û sîstema rejîmê û dagirkeriya DAIŞ'ê. Li bajarên din ên hatin rizgarkirin, encama vê tê dîtin. Minbic, ku beriya Reqayê hate rizgarkirin, mînakeke baş a di vî warî de ye. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê armanca me ye. Dema ku Minbic hate rizgarkirin, Meclîsa Gel a Minbicê û Meclîsa Leşkerî hatin avakirin. Armanca me ne tenê rizgarkirina vê axê ye, di heman demê de perwerdekirina gel û avakirina civakeke nû ye. Rizgariya gel a ji bin bandora rejîma Baas û DAIŞ'ê, bêguman wê demekê dewam bike. Lê belê bi desteka gel, hêza me ya pêkanîna vê heye. Rêveberiya bajêr wê radetî Meclîsa Gel a Reqayê were kirin. Parastina bajêr jî wê ji aliyê Hêzên Asayîşê yên Reqayê ve bê kirin. Bi sîstema demokratîk wê gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Armanca me ya destpêkê ev e."
WÊ BIBE DESTPÊKEKE NÛ
Li ser encamên siyasî yên pêngavê jî Clara Reqa got, "Dema ku me dest bi pêngava Reqayê kir, dewletên cîran ên mêtinger dest bi êrîşên siyasî û leşkerî kirin. Dewleta Tirk ji bo bêhnê bîne ber DAIŞ'ê û pêşî li serketina pêngavê bigire, pêşengî ji van êrîşan re kir. Bi nêzîkbûna rizgarkirina Reqayê re êrîşên li ser kantona Efrînê zêde kir. Tevî êrîş û astengiyên li qada siyasî û leşkerî, me Reqa rizgar kir. Reqa bajarek bû ku weke keleha DAIŞ'ê diahte dîtin û rizgarkirina vê yekê wê rê li ber bandoreke mezin a siyasî û leşkerî veke. Ev ê rêveçûna şer biguherîne û bibe destpêkeke nû. YPG/YPJ'ê biratiya gelan esas girt û li Rojava şer kir. Dema ku daxwaza mafên xwe yên neteweyî kir, ji bo hemû gelan ev yek xwest. Hemû herêmên dagirkirî rizgar kir û radestî gel kir. Ev yek bû rêbaz û pîvana bingehîn a şerê me.
Li qada navneteweyî jî bandora xwe hebû. Weke hêzên ku li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê bi xurtî li ber xwe didin, me destek ji gelên cîhanê girt. Xebatên ji nû ve avakirinê û sîstema ku hate avakirin, hêvî da hemû gelan. Vê encamê, gelek polîtîkayên li dijî me tên meşandin jî pûç kir."
YPJ'Ê MUCÎZEYEKE PÊK ANÎ
Fermandara QSD'ê Clara Reqa bal kişand ser rola jinê ya di pêngava rizgarkirina Reqayê de û got, "Ne tenê di pêngava Reqayê de, li Minbic, Kobanê û hemû pêngavên din jî YPJ bi fermandarên xwe yên pêşeng, bi roleke mezin rabû. Reqa, ji ber ku cihekî jinên Êzidî lê hatin komkirin û hatin firotin e, tevlîbûna YPJ'ê li vê pêngavê hê girîngtir bû. YPJ ne tenê hêzeke parastinê ye. Bi berxwedana xwe, bi nêrîna xwe û bi bandora xwe ya li jiyanê kir, bû felsefeya jiyanê. Li gel vê yekê bû xwedî nasname û di nava gel de hate qebûlkirin. Artêşbûna YPJ'ê û xwegihandina hêza heyî, di heman demê de bersiva herî mezin li sîstema bi serdestiya mêr e û tolhildana ji DAIŞ'ê ye ku nûnerê dawî yê vê sîstemê ye. Em ne tenê bi navê jinên Kurd şer dikin, em li ser navê hemû jinan şer dikin. Di nava şervanên YPJ'ê de jinên ji gelek gelan hene."
Clara Reqa bi bîr xist, ku li Rojhilata Navîn ku jin timî dibin hedefa şîdeta mêr, cihgirtina jinê li nava şer, pêşengiya wê ji şer re weke mucîzeyekê dihate dîtin û got, "Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û YPJ'ê ev mucîze bi cih anî."