Washîngton li Îranê hewl dide ku rejîmê biguherîne?

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo got, ‘’Divê Îranî biryara xwe li ser bidin bê ka ew rêveberên çilo dixwazin’’. Vê daxuyaniyê rê li ber nîqaşên nû vekir.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Pompeo Duşemê got, ‘’Divê Îranî biryara xwe li ser bidin bê ka ew rêveberên çilo dixwazin. Kengî jî be dive gelê Îranê li ser rêveberên xwe tercîhekê bikin.’’

Pompeo bi gotina ew ê ‘zexteke darayî ya nedîtî’ û ‘pêkirinên herî giran ên dîrokî’ li ser Îranê bikin gef li Îranê xwar.

Ev daxuyanî bi rengê, rêveberiya DYA’yê hewl dide ku rejîma Îranê biguherîne, hate şîrovekirin.

Rejîma Îranê ya berdest 1979’an, bi şoreşa paşverû derkete holê. Têkiliyên DYA û Îranê bi vê şoreşê re qut bûne. Piştî daxuyaniyên Pompeo gelek pisporan gotin DYA li xwe mikur hatiye ku bi stratejiyeke wiha ye ku dixwazin rejîma Îranê birûxîne. Derdorên neo-mihefezakar jî vê fikre baş dibînin.

Sêşemê dema ku ev pirs ji Berdevka Wezareta Karê Derve Heather Nauert hate kirin, qebûl nekir ku Amerîkî bi rengekî vekirî hewl didin ku rejîmê biguherînin. Lê her wiha got, ew bi çavekî nebaş li vê fikre nanerin.

Nauert got, ‘’Polîtîkaya me ne ya guhartina rejîmê ye. Lê go roj hat û Îranî biryarê bidin, ramana xwe diyar bikin, ev ê pir baş bibe.’’ Her wiha got, ‘’Di nav civaka Îranê de ji ber zexta ku j mêj ve li ser wan tê kirin, helwesta li dijî rejîma zêde ye.’’

Serokê DYA’yê Donald Trûmp bi daxuyaniya 8’ê Gulanê şîroveyên li ser guherandina rejîmê qeyîm kiribû. Trûmp li ser Îraniyan got, ‘’neteweyeke wiha ye ku heq dike xeyalên xwe pêk bîne.’’

Parêzerê şexsî yê Trûmp Rudy Gîulîanî jî li ber muxalîfên Îranê got, ‘’li ser mijara guherandina rejîmê Serokdewletekî biryardar e.’’

Piştî ku navên ku ji wan re ‘’baz’’ tê gotin hatin ser du mewqiyên girîng ên li DYA’yê jî, ev li ser karakterê polîtîkayên li ser Îranê hin tiştan vedibêjin. Pompeo û John Bolton ku hatî ser Şêwirmendiya Ewlehiya Netewî berê jî guherîna rejîmê diparastin.

Pompeo Sêşemê got, ‘’Gelê Îranê dema ku rêyeke dî dît ku welatê wan wiha tevnagere, ez bawer im ku wê vê rêyê hilbijêre.’’

Rageşiya di navbeyna DYA’yê û Îranê de piştî ku Trûmp hate ser Qesra Spî zêdetir bû. Trûmp herî awî ji peymana nukleerê ya 2015’an vekişiye û vegeriya ser pêkirinan. Bi vê re, tê dîtin ku DYA hewl dide ku li herêmê li dijî Îranê eniyekê ava bike. DYA, Siûdî û Israîl mîna hêzên herî beloq dertên pêş. Piştî biryara Trûmp li Sûriyê li dijî hedefên Îranê êrîşên berfireh hatin. Bendên herêmî Siûdî û Îran li Yemen, Sûriye, Iraq û Libyayê şerê hegemonyayê dikin.