Wargehên taybet ên Duzceyê di nav lepên cemaetê de ne
Wargehên taybet ên Duzceyê di nav lepên cemaetê de ne
Wargehên taybet ên Duzceyê di nav lepên cemaetê de ne
Hate hînbûn ku li Zanîngeha Duzceyê ji ber ku wargehên normal tine, xwendekar li wargehên taybet tên bicihkirin. Kesê bi navê Hasan Ozturk diyar kir dema ku hewl dida keça xwe li wargeheke taybet bi cih bike, bi şertên weke; divê tevlî gotarên xwişkên oldar bibin, nimêj bikin, hatiye.
Derket holê ku Xwendekarên Zanîngeha Duzceyê ji ber ku wargehên normal nedîtine neçar mane biçin ên taybet û li wir jî mahkûmê cemaetê hatine kirin. Welatiyê bi navê Hasan Ozturk ji bo ku keça xwe li wargehê qeyd bike, li hemû wargehan geriya û di vê navberê de ferq kiriye ku hemû wargeh ên cemaetê ne. Ozturk ji ANF’ê re axivî û diyar kirin ku li 6 wargehê geriyaye û bi şertên wekê divê nimêj bike, tevlî gotarên oldar ên xwişkan bibin.
GER NIMÊJ TINEBE WARGEH JÎ TINE YE
Hasan Ozturk da zanîn ku ji bo keça xwe B.O ya ku Zanîngeha Duzceyê qezenc kiriye bicih bike, rastî van pêkanînan hatiye û got ku hemû wargehên taybet teslîmî cemaetan bûye. Ozturk bi lêv kir ku di meha Îlonê de ji bo keça xwe ji Stenbolê çûye Duzceyê û rayedarên zanîngehê gotine du wargeh yek ji bo jin û yek jî bo mêran heye lê cih tine.
Ozturk got: “Rayedaran gotin biçe wargehên taybet. Em jî li wargehên taybet geriyan. Em destpêkê çûn wargeha Keçikan a Încî. Ji bo 10 mehan seneda 450 TL’yî xwestin bidin îmzekirin. Lê rêveberên wargehê gotin divê keça te nimêj bike. Min jî got, min keça xwe azad mezin kiriye. Min got, ew dizane, ez wê nadim zorê û ez ji wir veqetiyam. Lê em li 5 wargehên din jî geriyan û em heman tiştî re rû bi rû hatin.gotin divê tevlî gotarên olî bibe. Ez matmayî mam.
XWENDEKAR DIKEVIN KEMÎNÊ
Ozturk diyar kir ku lêgerînên xwe berdewam kiriye û piştre yurdek ku eleqeya wê bi cemaetê tine dîtine. Ozturk wiha got: “Min ji bo vê wargehê ji bo 40 rojî 900 TL pere da. Lê ji ber rewşa min a aborî zêde ne baş bû, min keça xwe li wargeheke ku 30 km li zanîngehê dûr, bicih kir. Ji ber ku wargehên zanîngeha Duzceyê nîne, xwendekar bi awayekî otomatîk dikevin kemînê. Wargehên nêzî zanîngehê di destê cemaetê de ne. Ji ber ku neçarin 10 mehan li wir bin. Ger nemîne yan pereyên 10 mehan wê peşîn bide yan jî wê doz lê bê vekirin.”