Wargehe Şehît Rûstem Cûdî cejn bi merasimekê pîroz kir
Wargehe Şehît Rûstem Cûdî cejn bi merasimekê pîroz kir
Wargehe Şehît Rûstem Cûdî cejn bi merasimekê pîroz kir
Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî cejna qurbanê li saziya Malbatên Şehîdan bi merasîmekê pîrozkir. Gelê wargiha Şehîd Rûstem Cûdî cejna ku alema îslamê weke cejna ‘qurbanê’ bi nav dike bi girseyî li saziya Malbatên Şehîdan bi merasîmekê pîroz kir. Di merasîma pîrozbahiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê derket pêş.
Gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî , piştî nimêja cejnê bi boneya rojê li saziya Malbatên Şehîdan merasîmek hat li darxistin. Gelek kes tevlî merasîma li saziya Malbatên Şehîdan bûn. Di merasîmê de endamê koordinasyona meclisa wargehê Ferhat Mêrdîn axaftinek kir û bal kişand ser çanda ola Îslamê ku di Kurdistanê de tê jiyîn û êrişên ku li Rojava ji aliyê hin komên çete ve tên kirin wekî xerabiya herî mezin li ser Îslamiyetê bi nav kir û got: “Ev kesên ku li ser navê Îslamiyetê gelêmeyî Rojava qetildikin, ev kesên herî qirêj, xizmetkarên dagirkerane. Di Îslamiyetê de ji wan kesanre dibêjin mûnafıq, zindiq û ji ol derketîne. ”
Endamê Civaka Îslama Kûrdistanê Mele Tûfîq ji bal kişand ser xerap bi kar anîna ol a li ser civaka Kurdan û got: “Li ser zane û rewşanbîrên Kurd ferza ku gelê xwe hişyar bikê ku, li ser navê Îslamê neyên xapandin û hîle neyînkirin.” Mele Tûfîq ev komên çete ku li Rojava li dijî Kurda şerdikin wekî bi Îslamîyetê re îxanet dikin bi navkir û wiha got; “tekili û ticareta bi dewleta Tirk re li ser herêmê ku ev Kurda qatildike.”
ŞEHÎT RÛMET Û NASNAMEYA GELEKÎNE!
Endamê koordinasyona meclisa Gel Ferhat Mardin di merasima saziya Malbatên Şehîdan da bal kişans ser nezîkatiyên tevgera azadîya gelê kurd ji ol re û wiha got: “Rêber APO di şert û zirûfê Îmralî de ji bo aşîtiya navbera gela û azadiya civaka tekoşîn dimeşînê.” Mardin dest nîşankir ku gelê Kurd bi hestên herî paqij ola îslamê dijî û ticarî pirsgireka gelê me bi ol û civakên dinre nebûye. Lê dagirker hertim bi xapandin û rêbazê kiret dîn li dijî Kurdan bi kar anîye.
Mardin axaftina xwe wuha bi dawîkir; “Em wekî gelê wargehê me axa xwe terk kirî. Em bawerin cejnê pêşiya me em dê li ser axa xwe bi Rêber APO’re cejnê pîrozkin. Gelekî liser axa Cîhanê bi xwazê bi rûmet bijê mutlaqa berdele mezin dayine. Kesen bedel ne dayîna niha tûnebûne. Dema PKK dest bi tekoşînê kir gelê Kurd ber bi tine bûnê we di çû. Hebûna Kurda û dest kevtinê geleme bi saya wan şehîdê meye.
KOMÊN ÇETE LI DIJÎ ÎSLAMIYETÊNE Û Dİ NAVA ÎXANETÊ DENE !
Endamê Civaka îslamê Mele Tûfîq jî di merasime de axaftinek kir û bal kişand ser komên çete ku li Rojavayê Kurdistinê li dijî Kurdan komkiiîya pêk tênin. Mele Tûfîq li ser navê Civaka îslam ceyna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, cejna gelê kurd û hemû gelê îslam pîroz kir û di berdewamkirina axaftinê xwede wiha got; “dagirkerî nezanî û feqîriya gelê Kurd pir xirap bi kar anî. Her tiştên dervî mirovahiyê li ser navê îslamê bi serê gelêmede anîn. Ji bo wê rastiye gelême xwe ji nezanî û temahiya malê dinyayê xelaskê. Ji bo wê jî peywiste zane û revşenbîrê Kurd gel şiyarkin. Lewma Kurdê xirap û xwe froş cesaret daye Tirka.
Disa evê li Rojava li dijî Kurdan şerdikin, ti eleqeya wan bi ol û îslamiyetê re nîne. Evan kesên komkûjiya li ser Kurdan dikin çeteyên Tirk û dewletên dest hilatdarin. Ew kesen ku wan komkujiya pêk tênîn û alîgirê van bi îslamîyetê re di nawa îxanetê dene. Ev kes ne tenê neyarê ola îslamêne. Ev çete neyarê nirxên hemû mirovahiyê ne. Ji ber wê tekoşîna gelê Rojava pîroz, rewa û bi nirxe.”
Merasîm bi dirûşmên weke “Ji bo Rêber Apo azadî”, “bimire hêzên dagirker” û “şehîd na mirin” bi dawî bû.