Wallstrom: Divê hevdîtinên aştiyê ji nû ve destpê bikin
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom diyar kir ku ji ber zêdebûna şîdeta li Tirkiyeyê ew bi fikar in û ji aliyan xwest, ku ji nû ve li muzakereyên aştiyê vegerin.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom diyar kir ku ji ber zêdebûna şîdeta li Tirkiyeyê ew bi fikar in û ji aliyan xwest, ku ji nû ve li muzakereyên aştiyê vegerin.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da pirsa Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh a li ser helwesta Swêdê ya der barê bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê de û anî ziman ku ew ji ber zêdebûna şîdeta li Tirkiyeyê bi fikar in. Wallstrom ji aliyan xwest, ji nû ve li muzakereyên aştiyê vegerin.
Wallstrom da zanîn ku dewamkirina pêvajoya aştiyê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e û destnîşan kir ku ji bo aştî li Tirkiyeyê bê ewlekirin û pêşketina demokratîk pêk were, rûniştina PKK û dewleta Tirk li dora maseyê, girîng e.
Wallstrom diyar kir ku ji nû ve destpêkirina hevdîtinan ne tenê li Tirkiyeyê wê li Rojhilata Navîn jî rê li ber îstiqrarê veke, wê bandorê li Iraq û Sûriyeyê bike û Tirkiyeyê hîn bêhtir nêzî Yekîtiya Ewropayê bike.
Kakabaveh jî der barê vê bersiva Wallstrom de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku daxwaza Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom a ji bo vegera PKK û Tirkiye li hevdîtinên aştiyê, erênî ye û got, "Gerîla bi tenê çekên xwe hene. Lê dewleta Tirk tevî çekan, bi her awayî sazî û derfetên xwe hene. Hevsengiya hêzan ne wekhev e. Ji ber vê yekê divê zext li dewleta Tirk were kirin. Ji ber ku dewletê şer da destpêkirin û AKP bombeyan li Kurdan dibarîne. Wan pêvajoya aştiyê sekinandin. Ne PKK'ê, AKP'ê agirbest xera kir. Ji ber vê yekê divê Swêd û Rojavayî zextê li Tirkiyeyê bikin."
Kakabaveh diyar kir ku piştî Tirkiyeyê bi DYA re li hev kir û ji bo bomberdûmana balafirên DYA destûra bikaranîna Încîrlîk hat dayîn, dest bi bombekirina Qendîl û mewziyên gerîla kiriye û da zanînk u dewleta Tirk ne çeteyên DAIŞ'ê, Qendîl û mewziyên gerîla bombe dike.
Kakabaveh ragihand ku dewleta Tirk di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de samîmî nîne, destûrê dide rêxistinbûyîn û xebatên çeteyên DAIŞ'ê û anî ziman ku di gerên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de wê şahidî ji vê rewşê re kiriye.
'TIRKIYE GORA XWE DIKOLE'
"Beriya niha bi çend mehan min bi xwe dît ku di gelek otelên Stenbolê de DAIŞ'î hene. DAIŞ'iyên li Sûriyeyê birîndar dibin, hînê li Tirkiyeyê tedawî dibin. Tedawîkirina mirovan ne tiştekî nebaş e. Lê belê vana li dijî mirovahiyê sûc kirine. Sivîl qetil kirine. Tirkiye van tedawî dike û serbest berdide. Careke din diçin şer û mirovan dikujin. Tirkiye bi vê yekê re gora xwe bi xwe dikole. Ev hêz taliyê wê berê xwe bide Tirkiyeyê."
Li ser kar û barên ji bo sekinandina şer Kakabaveh ev nirxandin kir: "Çi dibe bila bibe divê şer were sekinandin. Ev şer zerarê dide têkiliyên navbera gelên Kurd û Tirk. Rê li ber mezinbûna neteweperestan vedike. Erdogan jî vê dixwaze. Ji ber vê yekê tevî sosyalîst, divê lîberal jî li hemberî şer derkevin. Ji ber kuştina du polîsan şer îlan dikin. Di heman rojê de bi sedan bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin barandin. Ev çawa pêkane? Di demeke ewçend kurt de, kê fermana bomberdûmanê da? Ya diqewime nîşan dide ku Erdogan ji ber berê ve plana şer kiriye."
'JI BO DEWAMKIRINA AŞTIYÊ PKK'Ê YA DIVÊ BÊ KIRIN BI CIH ANÎ'
Kakabaveh da xuyakirin ku yên di şer de zerarê dibînin mirov û zarokên xizanan e û got, "Ez malbateke li Amedê nas dikim ku 2 zarokên wan gerîla ne, 2 birazê-xwarzê jî li leşkeriyê ne. Ev rewşeke gelekî dil bi êş e. PKK'ê di salên dawî de ji bo dewamkirina aştiyê her tişt kir."
Kakabaveh destnîşan kir ku li hemberî bomberdûmanên dewleat Tirk parastina PKK û gelê Kurd gelekî rewa ye û got, "Ez pêşniyar dikim ku PKK bang li welatên Ewropa, bang li hemû partiyên li Ewropa bike. Divê PKK'ê karibe bêje 'Em ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin. Em şer naxwazin û dixwazin agirbesteke dualî pêk were'. Divê şer di dema herî kurt de biqede û mirovên bêguneh nemirin."
Kakabaveh ragihand ku astengiya herî mezin a Ewropayê ya li pêşiya PKK'ê, ragirtina navê wê di lîsteya 'rêxistinên terorîst' de ye û diyar kir ku divê mijar bikeve rojeva Neteweyên Yekbûyî û PKK ji vê lîsteyê were derxistin.
Kakabaveh bibîr xist ku DYA mora 'rêxistina terorê' li PKK'ê xistiye û got, "Heman DYA bi Kurdan re li dijî DAIŞ'ê şer dike. Jİ ber vê yekê divê PKK û Kurd ji DYA bixwazin ku PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxîne. Her kes dizane ku berxwedana herî bi biryar a li dijî DAIŞ'ê ji aliyê PYD û PKK'ê ve tê meşandin. Divê PKK ji DYA re bêje ku eger em terorîst in wê çaxê tu çima bi me re li dijî DAIŞ'ê şer dike."
'ERDOGAN WÊ NEKARÎ TÊKÇÛNÊ QEBÛL BIKE, ŞER DA DESTPÊKIRIN'
Kakabaveh da xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de Kurdan û sosyalîstan serketineke mezin bi dest xistin û anî ziman ku Erdogan ê nekarî têkçûnê qebûl bike, dest bi bombekirina Kurdan kir.
Kakabaveh got, "Erdogan hînê xeyala Împaratoriyeke nû ya Osmanî dike. Ev ne pêkan e. Nexşeya cîhanê ji nû ve hat xêzkirin. Wê hînê jî were xîzkirin. Helwesta Erdogan a êrîşî welatiyê xwe dike, li Swêdê min û gelek mirovan dixe nava fikaran. Ji ber vê yekê weke Partiya Çep divê em hîn bêhtir destekê bidin HDP'ê, Kurd û sosyalîstan."