Waliyê Hatayê: 32 kes hatine binçavkirin
Waliyê Hatayê: 32 kes hatine binçavkirin
Waliyê Hatayê: 32 kes hatine binçavkirin
Waliyê Hatayê ragihand ku li bajêr di çarçoveya operasyonên berxwedana Gezî de 32 kes hatine binçavkirin.
Waliyê Hatayê Celalettîn Lekesîz, der barê operasyonên vê sibê yên ji ber sedema piştgirîdayîna çalakiyên berxwedana Gezî de hatine pêşxistin agahî da.
Lekesîz, di daxuyaniyê de got, "Li Hatayê li hemberî kesên beşdarî çalakiyên ji 1’ê Hezîrana 2013’an heta roja îro dewam dikin û bi rê ve dibin operasyon hatine pêşxistin. Lekesîz, agahiya ku serê sibê 17 kes hatine binçavkirin da.
Walî Lekesîz da xuyakirin ku li hemberî adresên hatine diyarkirin û Parka Sevgî ya kon lê hatine vedan operasyon pêk hatiye” û îdia kir ku di wan adresan de "maskeyên gazê, kask, belgeyên rêxistinî û şûşeyên di çêkirina molotofkokteylan de tên bikaranîn” hatine dîtin.
Lekesîz îdia kir ku Parka Sevgî hatiye dagirkirin û got, di operasyona li vir 3'ê zarok 15 kes hatine binçavkirin.