Êrîşên polîsên Tirk ên li ser dayikên ku li ber Girtîgeha Tîpa M'yê ya Gebzeyê, ji bo ku balê bikişînin ser grevên birçîbûn, bû sedema helwesteke mezin. Li ser vê, Walîtîya Kocaelilyê bê dilê xwe daxuyaniyeke bi yek hevokê da û lêpirsîn vekir.
Walîtiyê di daxuyaniyê de got, ''Dema mudaxeleyê, têkilî peywirdarên ewlehiyê ku ji raye û mebesta xwe bihurîne lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.''
Çalakiya nobetê ya bi mebesta ku balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan a bi mebesta rakirina tecrîdali ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan, wê îro jî bidome. Çalakiya nobetê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê saet 12.00'an li ber girtîgehê wê bibe.