Vûral: Faliyetên hilbijartiyan sûc hatiye dîtin

Vûral: Faliyetên hilbijartiyan sûc hatiye dîtin

Di Doza Sereke ya ‘KCK’ ya Stenbolê de rêvebera berê ya Rêxistina BDP’a Stenbolê Hatîce Vûral parastin kir. Vûral sûcên li ser hatine kirin red kir û got: “Faliyetên ku hilbijartiyan dane meşandin weke sûc hatine dîtin. Eger em KCK’yî bin BDP li kuderê ye. Di doza ku 91 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û parêzvanên mafê mirovan tên darezandina de, doz taloqî 11’ê Mijdarê hate kirin.

Doza sereke ya “KCK” Stenbolê ku 91 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafê mirovan têde tên darezandin, li  15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê dom kir. destpêkê îqameya endama berê ya MP BDP’ê Songul Çelîk ku parastina wê di rûniştina dawî de xilas bibû, hate kirin. Di îqameye delîlan de Serokê Dadgehê Elî Alçik têkildarî tevlîbûna Çelîk ya civînên di Rêxistina BDP’a Stenbolê de pirs pirsî û Çelîkê got: “Îdîayên li ser me ya ketina me ya BDP’ê ya derketina me ye. Ez di BDP’ê de siyasetê dikim, ketin û derketina min ma normal nîne?” Çelîkê têkildarî çalakiyên illegal û îdiayên endamê KCK’ê ye jî ev bersiv da: “Ez hemû îdiayan red dikim. Yek jî rast nîne. Eger em KCK’yî bin, BDP’yî li kuderê ne? Li vî welatî hiqûq li gorî kesan kar dike.”

Piştî îqameya delîlan ya Çelîkê, derbazî parastina endama Meclisa Şaredariya Arnavûtkoy û rêvebera berê ya Rêxistina BDP’a Stenbolê Hatîce Vûral bû. Vûral bi zaravayê Dimilkî yê zimanê Kurdî parastina xwe kir û got, ji avabûna HEP’ê heya niha di hemû partiyên siyasî ên Kurd de peywir girtiye û 23 sale siyasetê dike.

Vûral da diyarkirin ku; “Di vê dema dirêj de ez qet nehatim girtin. Lê belê di demekî ku pêvajoya aştî û çareseriyê destpêkiriye girtina min gelek biwateye. Ev encamê polîtîkayên biyanî dîtinê ne.”

Vûral anî ziman ji ber ku ew hilbijartiye, Kurde û di BDP’ê de faliyetan dike tê darezandin. Vûral da diyarkirin ku, di dosyayê de delîlên weke sûc hatine dîtin faliyetên di nava partiyê de ne û wiha axivî: “Weke hilbijartiyek û rêveberekê erk û peywirên min ên ku ez pêkbînim, weke sûc hatine dîtin û xistine nava dosyaya min de.”

Vûral destnîşan kir ku, di heman demê de ew endama Meclisa Jinan ya BDP’ê ye û di îdîanameyê de xebatên jinan jî weke sûc hatine nîşandan û ev bersiv da îdiayan: “Lîsteya ku min ji endamên me yên jin ji bo tevlîbûna kongreyê girtine, weke lîsteya rêxistinekî illegal xistine nava dosya min. Dîsan lîsteya ku min navê endamên me yên ku kovara jinê kirîne û mîktara pere lê nivîsiye, weke ‘li ser navê rêxistinê pere komkirine’ nîşandaye.”

Vûral destnîşan kir ku, xebatên hilbijartin û pîrozbahiya Newrozê jî weke sûc hatine diyarkirin. Vûral bilêv kir ku, lê belê yek ji van faliyetan jî illegal nîne û îdianame neraste.

Vûral balkişande ser ku, heman faliyetên ku partiyên din ên siyasî birêve dibin, ji bo BDP’ê sûc hatine dîtin û got: “Gelek faliyetên ku ji bo partiyên din ên siyasî normal têne destgirtin, dema ku mijara gotinê bibe em û BDP vedigere faliyetên illegal. Ez weke xebatkarekî BDP’ê xwedî li hemû xebatên xwe derdikevim û weke sûc nabînim. Ez sûcdariyên dadgeha we qebûl nakim.” Her wiha beraeta xwe xwest. Piştî parastina Vûralê derbazî îqameya delîlan bû. Vûralê di îqameya delîlan de hemû sûcdarî redkirin.

Piştî îqameya delîlan ya Vûralê, derbazî parastina rêveberê berê yê BDP’ê Stenbolê Hikmet Kaymaz bûn. Kaymaz di parastina xwe de got: “BDP li gorî makezagona Tirkiyeyê hatiye avakirin. Partiyeke di parlementoyê de endamên wê hene. Li qada vekirî û legal ji bo biratî, aşitî û demokrasiyê faliyetan birêve dibe. Min jî di aliyê wijdanî de di BDP’ê de xebatkirin weke peywirekê ji xwe re dît.”

Dema parastina Kaymaz berdewam dikir, ji ber bidawîbûna mesayiyê navber dan parastinê û heyeta dadgehê rûniştin taloqî 11’ê Mijdarê kir.