Viyana di roja duyem a greva birçîbûnê de ye

Viyana di roja duyem a greva birçîbûnê de ye

Li paytexa Viyana ya Avusturyayê greva birçîbûnê ya li ber Parlamentoya Ewropayê didome. Duh di saetên êvarê de piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê zêde bû Kurd daketin kolanan û li ber parlamentoyê çalakî pêk anîn. Kurdan rê li trafîkê girtin û gelek Avusturyayiyan jî piştgirî dan çalakiyê.

Li Viyanayê duh êvarê Kurdan li ber parlamentoyê çalakî pêk anîn. Çalakî bi  dirûşmeya ‘Dengê Kobanê bibihîze, bi bêdengiyê re bê rû hev’ pêk hat û gelek Avusturyayiyan piştgirî dan çalakiyê û ji bo daxwazên Kurdan guhdar bikin tevlî bûn.

Çalakiya ku saet ji 20.00’an heta 23.30’an berdewam kir, Parlamentera Keskan Berîvan Aslan, Parlamenter Şenol Akkiliç, ji Partiya Keskan Nîkî Kondrad tevlî bûn.

Her wiha pitşre ji bo daxwazên çalakgeran guhdar bikin Serokê Koma Partiya Sosyal Demokratîk a Avustuyayê Andreas Schîeder hat. Nûnerên Schîder û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Viyanayê der barê armanca çalakiyê de hevdîtin kir.

Di civîna ku îro li hikûmetê tê kirin de wê daxwazên Kurdan bîne ziman û her wiha wê bang li Yekîtiya Ewropa, NY bike ku komkujiya Kobanê bidin sekinandin.

Schîeder li gel çalakgeran ma û der barê geşedanên Kobanê de agahî girt.  Greva li ber  nûneriya NY’ê ya Viyanayê hate destpêkirin didome.