Vîtamîna B nadin girtiyê di greva birçîbûnê de ye

Adem Arslan ku zêdeyî 50 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye, nema dikare bi tena serê xwe tevbigere û tê gotin ku vîtamîna B jî nadin wî.

Malbata Adem Arslan ku berî bi demeke kin pê re axivî, diyar kir ku Arslan bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye.

Li gorî agahiyên ji malbatê hatin girtin, girtiyê siyasî Adem Arslan zêdeyî 50 roj in di greva birçîbûnê de ye û rêveberiya girtîgehê ne derman ne jî avê dide wî, her wiha nahêle ku hevalên xwe bibîne û ew xistiye hucreyekê.

Adem Arslan di rewşeke welê de ye ku nikare bi tena serê xwe tevbigere û tê gotin, vîtamîna B jî nadin wî.