Vekişîna gerîlayan di çapemeniya cîhanê de deng veda

Vekişîna gerîlayan di çapemeniya cîhanê de deng veda

Destpêkirina vekişîna gerîlayê HPG’ê a ber bi Başûrê Kurdistanê ve, di çapemeniya cîhanê de jî cihekî mezin dît. Vekişîn, di rûpelên sereke yên ajansên navnetewî de cih girtin û bi sedan rojname, qenalên televîzyonê û radyo yên cîhanê, mijar nirxandin.

Di tevahiya nûçeyên li ser vekişîna gerîla de hat destnîşankirin, ku hêviya ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd zêde bûye. Çapemeniya cîhanê ragihand, ku ji ber ezmûnên berê, Kurd bi tedbîr nêzî AKP û dewleta Tirk dibe, lewma rêveberên PKK Û BDP’ê hişyariya provokasyonan dikin.

LE FÎGARO: „EV VEDIKIŞIN“

Di rojnameya Fransî Le Fîgaro de, di nûçeya Laûre Marchand a bi sernivîsa „Kurdên PKK’yî dest bi vekişîna ji Tirkiyê kirin“ de bal hat kişandin ser manşeta CNN Turk „Ew vedikişin.“ Le Fîgaro diyar kir, ku herkes dizane gotina „Ew“ ji bo gerîlayên Kurd hatiye bikaranîn û destnîşan kir, ku „Ew“ ên ji bo beşeke mezin a Tirkan weke „terorîst“tên dîtin, ji bo Kurdan weke „xuşk û birayên şervan“ tên dîtin. Laûre Marchand Wezîrê Karên Hundur rexne dike ku bi gotina „8’ê Gulanê rojeke asayî ye“ vê pêvajoyê hêsan dike.

Nivîskara Le Fîgaro Laure Marchand di dewama nivîsa xwe de balê dikşîne ser gumanên Kurdan ên di dema vekişîna gerîla de û diyar kir, ku gerîlayên Kurd bi „çek“ vekişiyan e, vê yekê li Enqerê rê li ber bêhntengiyê vekiriye. Marchand bibîr xist, ku di sala 1999’an de gava gerîlayên Kurd vekişiyan, di encama kenînên artêşa Tirk de 500 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, ji ber vê yekê vekişîna vê demê bi çek pêk hatiye. Marchand di serî de lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî, bal kişand ser hebûna dijberên pêvajoyê û gotina Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak a „Eger operasyonên leşkerî bibe, emê hukûmetê berpirsyar bibîne“ destnîşan kir.

AFP: PKK’Ê , VEKIŞÎNA „DÎROKΓ DA DESTPÊKIRIN

Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP‘ê jî, destpêkirina vekişîna gerîlayên HPG’ê bi sernivîsa „PKK’ê, vekişîna dîrokî da destpêkirin“, da.  Di nûçeyê de hat bibîrxistin, ku vekişîna gerîla parçeyek ji pêvajoya aştiyê ya bi armanca dawîanîna li şerê qirêj ê 30 salan e û destnîşan kir, ku pêvajo gelekî hesas e.

AFP’ê di nûçeya xwe de cih da hişyariya Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş a digot, „Dibe ku hêzên derve dest li vê pêvajoyê werbidin.“

AFP’ê hevpeyvîna ANF’ê ya bi Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Delal Amed bibîr xist û cih da gotinên Amed „Hêzên me vekişin derveyî sînor jî, emê pozîsyona xwe ya berxwedanê daneyê xwarê.“

LE MONDE: DIVÊ PÊVAJO JI DEST NEYÊ REVANDIN

Rojnameya Le Monde jî, bi wesîleya destpêkirina vekişîna gerîlayên HPG’ê re, dosyayekk dorfireh a berê amade kiribû, nû kir û weşand. Di nûçeya bi sernavê „Tirkiye û PKK-şerê 30 salan“ de, rewşa Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê û dîroka pirsgirêka Kurd bi kurtasî hat vegotin. Di nûçeyê de hat bibîrxistin, ku vekişîn parçeyek ji pêvajoya nû ye û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke leheng û rêberê yekane yê raperîna gelê Kurd tê dîtin.

Le Monde di nûçeya xwe de cih da kronolojiya têkoşîn û danûstandinên navbera dewleta Tirk û PKK’ê de û bibîr xist, ku ev danûstandin piştî îzolekirina Ocalan, şerekî giran ê salekê û rojiyên mirinê yên li girtîgehan, destpê kirine.

Le Monde bal kişand ser nuqteyên hesas ên pêvajoyê û gotinên Edîtorê rojnameya Ozgur Gundemê Ogûz Ender Bîrîncî yê digot, „Eger ev hemû ji bo hesabên biçûk be, ji bo hesabên hilbijartin an jî pergala serokatiyê be, pêvajoya aştiyê gavekê jî bi pêş nake“ bibîr xist.  Le Monde her wehacih da  hişyariya nivîskarê Hurriyet Daily News Mûrat Yetkîn a digot, “Divê serokwezîr vê şensa girîng baş bikar bîne.“

„VEKIŞÎN ŞENSEKE MEZIN E“

Ajansa nûçeyan a Îngilîz Reutersê jî  nûçeya xwe ya bi mora Ayla Jean Yackley a li ser vekişînê bi sernivîsa „Milîtanên PKK’ê dest bi vekişîna ji Tirkiyê kirin“ da. Di nûçeyê de bal hat kişandin ser hişyariyên HPG’ê yên ji ber liv û tevgerên leşkerî yên demên dawî  û hat destnîşankirin, ku li cihê herî zêde şer lê giran bû li Şemzînanê çavdêrî zêde bûn. Reutersê di nûçeya xwe de cih da gotina Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore ya digot, „Şenseke mezin e.“  Di dewama nûçeyê de Tore got, „Şemzînanê ev 30 sal in jiyaneke asayî ne jiyaye, roja 8’ê Gulanê ji bo bêdengkirina çekan, şenseke mezin e.“

Reutersê cih da daxuyaniya Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ku digot, „4 daxwaziyên bingehîn ên partiya me hene. Li gorî vê yekê, divê di destûra bingehîn de herkes weke Tirkan neyên bi navkirin, ji Kurdan re mafê perwerdeya zimanê dayikê bê dayîn, her herêm bi awayekî xweser bên rêvebirin û cihêrengiyên li Tirkiyê di destûra bingehîn de bên ewlekirin.

Televîzyona BBC jî cih da gelek daxuyaniyên li ser vekişînê. BBC daxuyaniya rayedarekî PKK’ê yê ji rojnameyeke li Hewlêrê re axivî, ragihand û diyar kir, destpêkê wê 200-300 gerîla vekişin Başûrê Kurdistanê. 

EURONEWS: PKK VEDIKIŞE, BAŞE PIŞTRE?

Televîzyona Euronews a bi gelek zimanan weşanê dike jî vekişîna gerîlayên HPG’ê bi sernivîsa „PKK ji Tirkiyê vedikişe, başe piştre wê çi bibe?“ bi temaşevanên xwe re parve kir. Euronews bibîr xist, ku bi dîlgirtina Ocalan re hat xwestin tevgera Kurd tine bibe, lê ev yek pêk nehat û destnîşan kir, ku Ocalan li girtîgehê jî lîderekî yekan e ye.

Euronews di nûçeya xwe de bal kişand ser pêvajoya piştî vekişînê û ev xal destnîşan kir; Vekişîna PKK’ê gaveke dîrokî be jî, gelo ev tê wateya dawîlêanîna vê dijminahiyê? Pêşeroja tevgerê (PKK) wê çi bibe? Li gorî PKK’ê êdî dora gavavêtinê ya Enqerê ye.“

Ajansa Associated Press jî da xuyakirin ku vekişîna gerîlayên HPG’ê bi awayekî fermî destpê kiriye. Ajansê cih da nêrînên BDP, ÎHD û rayedarên hukûmetê yên li ser pêvajoyê.  Ajansê di nûçeya xwe de diyar kir, hêzên gerîla yên li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê, heta hêzên herî dawî xwe vekişînin, ewê di rewşa parastin û ewlekariyê debin.

SÜDDEUTSCHE ZEITUNG: „JI BO ÇARESERIYEKE AŞTIYANE RÊ VEKIRÎ YE“

Rojnameya Süddeutsche Zeitung a çepgir-lîberal a Elmanyayê jî di nûçeya xwe ya li ser vekişîna hêzên gerîla de diyar kir, ku ev gav bersivdayîna ji banga Ocalan a di meha Adarê de kiribû ye. Rojnameyê bibîr xist, ku berî vekişînê herdu aliyan der heqê provokasyonan de hişyarî dan e û êdî ji bo çareseriya aştiyane rê vekiriye.“

Destpêkirina vekişîna gerîla, di bi dehan rojname, radyo û televîzyonên netewî yên li Elmanyayê de cih dît. Rojnameyên sereke yên mîna Der Spiegel, Die Zeit, Die Welt, Focus û Stern, nûçeyên xwe yên derbarê mijarê de spartin daxuyaniyên rayedarên BDP, PKK û hukûmeta Tirk û bê şîrove ev daxuyanî weşandin.  Di nûçeyan de hat destnîşankirin, ku vekişîna gerîla parçeyek ji danûstandinên bi Ocalan re ye.

KURIER: „BI VEKIŞÎNA PKK’Ê RE HÊVIYA AŞTIYÊ ŞÎN DIBE“

Yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Kurier, vekişîna hêzên gerîla bi sernivîsa „Bi vekişîna PKK’ê re hêviyên aştiyê şîn dibin“ bi xwendevanên xwe re parve kir. Di nûçeya bi mora Walter Friedl de hat ragihandin, ku hukûmetê ji bo vekişînê soza ewlekariyê daye, lê PKK bi tedbîr nêz dibe. Friedl diyar kir, ku sedema vê nêzîkatiya PKK’ê, pêvajoya sala 1999’an e ku tê de 500 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di nûçeyê de bal hat kişandin ser rola Ocalan û hat gotin „Ocalan fîgurekî sembol e. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî berî berxwedana demokratîk ve diçin.“

Walter Friedl bibîr xist, ku hînê ne diyare piştî vekişînê çi gavê bên avêtin û destnîşan kir, ku çavdêrên siyasî dibêjin, mafên siyasî û çandî yên Kurdan wê di destûra bingehîn de bên ewlekirin.