Vekişîn 'Bûyera herî xweş a Cîhanê' hat hilbijartin!

Vekişîn 'Bûyera herî xweş a Cîhanê' hat hilbijartin!

Vekişîna hêzên gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê dewam dike û ev vekişîn ji niha ve weke "Bûyera herî xweş a cîhanê" hat hilbijartin. Yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Die Presse di bin navê "Cîhan çima bedewtir bû?" de lîsteke amade kir û vekişîna gerîla di rêza destpêkê ya lîsteyê de cih girt.

Yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Die Presse, di hejmara xwe ya pêr de di bin navê "Cîhan çima hinekî din bedew bû?" de bûyerên erênî yên di dema dawî de li gelemperiya cîhanê qewimîne, rêz kir. Di nûçeya bi sernivîsa "Li gel krîza aborî û şerên bi xwîn ên li Rojhilata Navîn, li cîhanê tiştên xweş dibin" de, ji bo 7 bûyerên li gelemperiya cîhanê ev nirxandin hat kirin:

"Li Cîhanê bûyerên xweş jî diqewimin; Mînak PKK û hukûmeta Tirk dawî li şerê bi salan anî. Li Japonyayê aborî ji nişka ve bilind bû. Efrîka êdî ne parzemîna karesatan e; li welatên weke Angola pêşketinên berçav ên aboriyê xuya dikin. Her weha Euro jî li gel her tiştî li ser piyan e."

AŞTIYA KURDAN DI RÊZA YEKEMÎN DE YE

Rojnameyê biryara KCK'ê ya vekişîna hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê, di rêza yekemîn a lîsteyê de bicih kir. Rojname diyar dike ku hînê dawiya şerê navxweyî yê li Sûriyê xuya nake, bi heman rengî krîza Îsraîl-Fîlîstînê dewam dike, li welatên Efrîka yên mîna Kongo û Somalî hîn dijwarî serdest e.  Rojname li gel van bûyeran, ji bo pêşketinên li Kurdistanê jî vê şîroveyê dike:

"Li gel van bûyerên neyînî yê li cîhanê, bûyerek erênî ya şewq dike rû da. Partiya Kurd PKK û hukûmeta Tirk ji meha Adarê û vir ve di agirbestê de li hev kirin. Bi vî awayî şerê 30 salan ê di encamê de zêdeyî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dawî bû. Heta niha şensê agirbestan zêde nebûbû, lê ya vê carê cûda ye. Berî çend hefteyan hêzên PKK'ê dest bi vekişînê kirin û atmosfereke aştiyê niha serdest e."

Piştî atmosfera aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, rojname cih dide van pêşketinên erênî yên li cîhanê; Çîn û Hîmalaya, krîza herêma Hîmalaya ya bi salan e dewam dike çareser dikin, Serokdewletê nû yê Çînê serdana xwe ya destpêkê ya derveyî welat li Hîndîstanê kir, Rejîma Cûnta Leşkerî ya li Bûrmayê, gavên demokratîk diavêje. Rojname pêşketinên din jî weha rêz dike:

- Ji Japonyayê êdî nûçeyên neyînî nayên, aboriya wê ji nû ve şewq dide. Pêşketina aboriyê ya Efrîkayê jî balê dikşîne. Portekîzên bêkar, ji bo kar bibînin êdî koçî başûrê Efrîkayê dikin.

- Li gel krîza aboriyê, ji Banqeya Cîhanê nûçeyên erênî tên; Birçîbûna li cîhanê di rêjeya nîvê salên 1990'î de ye. Her weha hejmara zarokên li gelemperiya cîhanê diçin dibistanê, zêde dibe. Wer xuyaye di sala 2015'an de wê zarok nemînin naçin dibistanê.

- Pirsgirêkên li başûrrojhilatê Ewrûpayê çareser bûne. Ji bo rizgariya Kosovayê senaryoyeke nebaş hatibû amadekirin. Lê wer nebû, herdu dijminên berê bûn du cîranên nû; Sirp û Kosovayî karê hevpar diceribînin.