Ji navçeyên Gever û Şemzînanê ber bi yekîneyên ser sînorê veguhestina leşkerî û cebilxaneyên leşkerî tên kirin.
Ji navçeyên Gever û Şemzînan yên Colemêrgê ev hefteyeke veguhestina leşker û cebilxaneya leşkerî ber bi yekîneyên ser sînor tê kirin. Şeva din jî bi dehan wesayîtên zirxî veguhestin ser sînor. Karwanek leşker ya 40 wesayîtên zirxî yên kîrpî ji 21’mîn Fermandariya Tumenê ya ser Sînor ya Geverê şandin Şemzînanê. Karwana leşkerî ya di nava bazara Geverê de derbaz bû, her wiha wesayîta Jammer ya sînyalan xirab dike li gel karwanê bû. Hate hînbûn ku, leşkerên ji herêmên Rojava anîne li qereqolên li ser sînor bicih kirine. Di dema veguhestinê de xetên telefonan hatin qutkirin, li gel veguhestina ji bejahiyê, ji hewa ve helîkopteran jî veguhestin pêkanî.