UNPO di salvegera komkujiya Helebçeyê li Başûrê Kurdistanê ye

UNPO di salvegera komkujiya Helebçeyê li Başûrê Kurdistanê ye

Rêxistina Gel û Netewên Nayên Temsîlkirin (UNPO) ji bo tevlî merasima bîranîna 25’mîn Salveger Komkujiya Helebçe ya rêveberiya Başûrê Kurdistanê bibe tê herêmê.

Daxuyaniya ku ji aliyê saziyê ve hate weşandin, hate ragihandin ku ji UNPO dê heyet di navbera 14-16’ê Adarê de biçe Başûrê Kurdistanê û dê tevlî merasimên bi armanca bîranîna 25’mîn Salvegera Komkujiya Helebçeyê bibe.

Weke dinjî UNPO yê da diyarkirin ku, bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiyê dê li bajarê Den Haag yê Hollandayê û bajarê Bruksel yê Belçikayê merasim bêne organîze kirin û ji bo Qetlîama Helebçe weke komkujî bê naskirin, ew dê piştgiriyê bidin kampanya navnetewî.

UNPO ku navneda wê li Den Haagê ye, saziyeke ku xwe ji bo parastina mafên welatên bê dewlet û di saziyên navnetewî yên cîhanê de nayên temsîl kirin rêxistin kiriye. Demek dirêje Başûrê Kurdistanê di UNPO’yê de tê temsîl kirin.