Ulla Jelpke: Almanya di warê zextan de Tirkiye li pey xwe hiştiye
Ulla Jelpke: Almanya di warê zextan de Tirkiye li pey xwe hiştiye
Ulla Jelpke: Almanya di warê zextan de Tirkiye li pey xwe hiştiye
Parlamenterê parlamentoya Federal a Partia Çep Ulla Jelpke di semînereke li bajarê Essen ya Almanyayê pêk hat de axivî û balkişand ser zextên li ser komeleyan û qedexekirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got Alman di vê mijarê de Tirkiye li pey xwe hiştiye.
Komeleya Piştevaniya Kurd a Almanyayê û Rêxistina Ciwanan a Dîe Lînke (Partiya Çep) semînereke bi ser navê şîdeta polîsan organîze kir. Parlamenterê Parlamentoya Federal a Partiya Çep ya Almanyayê Ulla Jelpke, endamê parlamentiyê NRW ya Partiya Çep Ayten Kaplan û nûnerên her du saziyan û gelek kes tevli semînerê bûn.
Jelpke balkişand ser bûyerê Gezî ya li Tirkiyeyê pêk hat û diyar kir ku li Almanyayê jî pêkanîn wisa hene û wihgaot: “Rejîmên zextxwar ji bo pergala xwe bidin domandin hêza polîsan bi vî awayî bikartînin. Lê ev pêkanîn dij-demokratîke. Tu aliyê wê yê qanûnî nîne. Li dijî van pêkanînên polîsan divê her kes li mafê xwe bigere. Bi taybet yên mexdur bûne divê bê deng nemînin.
Jelpke destnîşan kir ku zextên li hemberî kurdan li Almanyayê zêde bûne û got: “Li her derê kurd rastî zextan tên. Bi taybet li Almanyayê. Komele tên girtin. Ciwan rastî zextan tên. Furyaya zextan hene. Posterên Ocalan tên qedexekirin. Rojnameya Ozgur Polîtîka tê girtin.