Ulker: Pirsgirêkên ewlehiyê ya komeleyên me yên Fransayê hene
Ulker: Pirsgirêkên ewlehiyê ya komeleyên me yên Fransayê hene
Ulker: Pirsgirêkên ewlehiyê ya komeleyên me yên Fransayê hene
Serokê Federasyona Komeleyên Kurd a Fransayê (FEYKA-Kudistan) Mehmet Ulker diyar kir ku komeleyên kurd yên Fransyê pirsgirêka wan ya cidî ya ewlehiyê heye. Ulker di vê mijarê de bêhestiyariya polîsên Fransayê rexne kir.
Serokê FEYKA’yê Mehmet Ulker detsnîşan kirin ku komeleyên kurd yên Fransayê di warê ewlehiyê de pirsgirêkên cidî dijî û di vê mijarê de banga hestiyariyê li rayedarên Fransayê kir.
Ulker da zanîn k udi 25’ê kanûna 2012’an de li Moulhause hatiye hewldana şewitandina komeleya kurd pêk hatiye û wiha got: “Piştre li navîna Parîsê 3 siyasetmedarên kurd hatin qetilkirin. Piştî vê bûyerê bi dehan carî li hemberî komeleyên kurd pirsgirêka ewlehiyê pêk hat û me ev ji saziyên têkildar re ragîhand. Der barê mijarê de me bi awayekî nivîskî serî li serokomariyê û wezîrê karê hundir da. Ligel van serlêdanên me di 12’ê çile de komeleya me ya Avîgnon hate şewitandin. Îro jî li herêma Melum kesekî nasnameya wî ne diyar ji komeleya me ya kurd derket. Dema deriyê komeleyê bi mifteyê digire tê dîtin.
Serokê Komeleyê demildest serî li polîs digere. Polîs jî li şûna ku bê komeleyê lêkolînê bike, ji serokê komeleyê lîsteya endamên komeleyê dixwaze. Ev mijar cîdî nayê girtin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Em pirsgirêkên cidî dijÎn. Ewlehiya komeleyên me tune. Rayedarên Fransayê divê hestiyar tevbigerin.”