TV ya El Cezîre û Birayên Musliman hat girtin

TV ya El Cezîre û Birayên Musliman hat girtin

Dadgeha Îdarî ya Qahîreyê, biryara girtina di serî de kanala Ahrar 25  a girêdayê Birayê Musliman û kanala El Cezîra ya Televîzyona Katarê ye, 4 kanalên televîzyonê, da.

Dadgeha Îdarî ya Qahîreyê  lgeil El-Cezîre û Ahrar 25’ê , talîmata girtina kanalên El Kudus û El Yarmuk ku kanalên televîzyona Îslamîne da.

Ahrar 25 û gelek kanalên din, piştî desthildatdariya birayên Musliman di 3’ê Tîrmehê de bi darbeye leşkerî hat xistin, weşan rawestandibûn.

Televîzyona El Cezîre demek berê diyar kiribû ku li dijî wan kampanyayek tê meşandin û ji 3’ê tebaxê heta niha di buroyên wan de lêgerîn tên kirin.

Sê rojnamegerên biyanî ku di serwisa îngîlîzî ya El Cezîre dixebitîn, roja yekşemê hatin dersînorkirin û di avahiya El Cezîre de lêgerîn hatibû kirin û gelek tişt hatibûn desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya ji televîzyonên Katar hatiye kirin de nûçegîhanê weşana Erebî ya El Cezîre, Abdullah El Şamî û kamereman Muhammed Bedîr mehekê girtî maye.