Piştî hilweşîna kanzeya komurê ya li bajarê Tirkiye Zonguldakê ku di encamê de 8 karkeran jiyana xwe ji dest dan, şandeyek HDK’ê çû cihê bûyerê û lêkolîn kir. Parlementerê HDK’ê yê Stenbolê Levent Tuzel serdanê nirxand û diyar kir ku karker li ber çavên her kesê diçin mirinê û got: “Karker bêhna gazê digirin, lê ji bo karker zêdetir bixebitin, kardêr dibêjin ev yek dê çareser bibe û ji wan dixwazin ku bixebitin. Sedema vê jî sîstema taşerontî ye. Taşerontî koletiya nûjen û mirin e.”
Li Tirkiyeyê, her roj karker di encama bûyerên ku weke “qezaya kar” tê binavkirin de jiyana xwe ji dest didin. Mînaka vê ya herî dawiyê li Zonguldakê pêk hat. Roja 7’ê çilyeê di kanzayek a komurê de hilweşînek pêk hat û di encamê de 8 karker jiyana xwe ji dest dan. Roja 10’ê çileyê jî dîsa li Zonguldakê karkerek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Li gorî daneyên sendîkaya bi navê Dev Maden-Sen a girêdayî DÎSK’ê di mehên çile-mijdaran de ango di 11 mehan de 121 qezayên kar rû dan û di van qezyaan de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan 227 kes birîndar bûn. Di meha berfanbarê de jî di nava 11 rojan de 6 qeza çêbûn, 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn. Parlementerê HDK (Kongreya Gelan a Demokratîk) Levent Tuzel serdana şandeya ku piştî 8 karkeran jiyana xwe ji dest dan çû Zonguldakê û lêkolîn kirin nirxand.
JI BO PERE KARKER ZÊDETIR DIXEBITÎNIN
Parlementer Levent Tuzel, got ku heyeta wan piştî lêkolîna li cihê bûyerê, çûye serdana Odeya Endezyarên Kanzayê û sendîkayan. Tuzel diyar kir ku wana bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re jî hevdîtin pêk anîn û destnîşan kir ku li gorî çavdêriyên ku wana bi dest xistine, şîrketên taşeron ji bo zêdetir qezenc bikin, karkeran zêdetir didin xebitandin.
JI RÊVEBERÊ GIŞTÎ PARASTINEK BALKÊŞ: QEZA JI NIŞKA VE BÛ!
Tuzel diyar kir ku gava mirov li giştînameya ji aliyê TTK’ê ve hatiye weşandin dinêre, dibîne ku dixwazin kêmasiyê biavêjin stûyê karkeran û gto: “Divêjin karker deyndar in û ji ber vê jî bi baldarî naxebitin. Me hevdîtin bi Midûrê Giştî yê TTK’ê re jî pêk anî. Ji me re got ku her tişt di bin kontrolê de bû, lê ev qeza ji nişkave bûye. Lê li gorî lêkolînê me kirine, divêyabû sondajkirin zêdetir bihata kirin û divêyabû bi amûra ku pê deşarj dibe, bihata valekirin. Lê yek ji vana jî nehatibû kirin.”
Parlementerê HDK’ê yê Stenbolê Levent Tuzel serdanê nirxand û diyar kir ku karker li ber çavên her kesê diçin mirinê û got: “Karker bêhna gazê digirin, lê ji bo karker zêdetir bixebitin, kardêr dibêjin ev yek dê çareser bibe û ji wan dixwazin ku bixebitin. Sedema vê jî sîstema taşerontî ye. Taşerontî koletiya nûjen û mirin e.”
MALBAT PERÎŞAN DIBIN
Tuzel da zanîn ku ji malbateke ku wana hevdîtin pêre pêk anîn 4 kes di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û rewşa malbatan perîşan e. Tuzel diyar kir ku malbat niha ji xwe re rûniştine dibêjin ka em ê çawa li zarokên xwe binêrin û wana çawa xwedî bikin.