Turkdogan: Tecrîd israra li ser şer e
Turkdogan got, israra tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê maneya israra li ser şer e.
Turkdogan got, israra tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê maneya israra li ser şer e.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan diyar kir tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berbelavî hemû Tirkiyê bûye.
Turkdogan tecrîda li ser Ocalan ji ANF’ê re nirxand û got, ‘’heke hûn li ser rewşa Abdullah Ocalan bêdeng bimînin hûn ê li ser nehiqûqiyên dî jî yên hikûmetê bêdeng bimînin’ û bal kişande ser wê ku bi vê tecrîdê ne tenê Kurd lê her wiha hemû gelên Tirkiyê têne cezakirin. Turkdogan bal kişande ser wê ku Ocalan tekane lîder e ku dikare vî şerê kor ê domdar rawestîne û pêvajoya şer bide destpêkirin û got: ‘’tecrîdkirina Ocalan israra di şer de ye.’’
HIKÛMET SÛC DIKE
Turkodogan diyar kir ku li Tirkiyê niha derbarê Ocalan rewşeke cidî ya derqanûniyê heye, ji mafê ku Qanûna Înfazê nas kiriye bê par e û got, ‘’Ev binpêkirineke pir giran e û li dinyayê mînakên vê nîn in’. Turkdogan got ev tecrîd polîtîkaya hikûmetê ye û got, hikûmeta ku bi zanebûn tecrîda li ser Îmraliyê dike sûcekî mezin dike.
‘JI IMRALIYÊ BERBELAVÎ TIRKIYÊ BÛ
Turkdogan got tecrîda li ser Ocalan li hemû Tirkiyê berbelava bûye û wiha domand: ‘’Heke hûn li ser Abdullah Ocalan ku ji bo gelê Kurd şexsîyeke pir girîng e, wiha kêfî nêz bibin nasxwe hûn dikarin her tişta ku dilê we bixwaze bikin. Jixwe wiha jî bû. Bi taybetî bi Rewşa Awarte re di pêvajoya berdest de tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyê hatiye berbelavkirin. Li vî welatî bajar yek bi hatin şewitandin, hilweşandin, şaredarên Kurd ên hilbijartî ji peywirê hatin girtin, şaredarî hatin desteserkirin, parlamenter, rêveberên HDP, DBP’ê niha girtî ne. Nûçegihan girtî ne.’’
LI DIJÎ VÊ REWŞA KÊFIYETÊ DIVÊ MIROV BÊDENG NEMÎNE
Turkdogan diyar kir ku li bara vê kêfiyetê dema ku mirov bêden dimîne, dewama wê tê û wiha domand: ‘’Heke hûn çavê xwe ji kêfiyeta li ser kesekî ji nedîtî ve werin, bi ser vê de neçin ev ê li hemû Tirkiyê berbelav bibe. Heke hûn li dijî rewşa ku Abdullah Ocalan tê de ya ku bi destê hikûmetê tê kirin, hûn li dijî van nehiqûqiyan deng dernexînin hûn ê werin vê rewşê. Li vir ne tenê Kurd hemû Tirkiye tê cezakirin. Keyfîyeta li ser Oclan divê ji hêla her kesî ve were şermezarkirin.’’
TEKANE LÎDER E KU DIKARE BIDE RAWESTANDIN
Turkdogan got, ‘’Beriya bi çend salan Erdogan ê ku welêt bi rê ve dibe û ekîba wî bi Abdulah Ocalan re hev didîtin. Danezana Abdullah Ocalan xwendin. Çi bû ku hûn nahêlin ew bi malbat û parêzerên xwe re hev bibîne?’’ û diyar kir doza Kurd wiha çareser nabe. Turkdogan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan gelek tiştan bi Tirkiyê dide windakirin; niha gelek mirov jiyana xwe ji dest dane, şerekî wiha yê kor heye ku kes kesî têk nabe û wiha domand: ‘’Peywira saziyên siyasî ew e ku çareseriyê ji meseleyên siyasî re bibînin. Meseleya Kurd siyasî ye. Abdullah Ocalan mirovekî pir girîng e. Tekane lîder e ku dikare dawî li vî şerê kor bîne û dîsa pêvajoyeke aştiyê bide destpêkirin.
TIŞTÊN KU OCALAN GOTIN DERKETIN
Binerin li nîşeyên hevdîtinê yên salên (2014-2015) yên ku Ocalan li ser Rojhilata Navîn binerin hemû tiştên ku li ser siberoja Rojhilata Navîn gotin rast derketin. Hûn çawa dikarin mirovekî wiha pêşbîn û di heman demê de alîgirê aştiyê ya di nav yekîtiya Tirkiyê de tecrîd bikin? Heke bi rastî naxwazin dabeş bibin wê biçin bi Abdullah Ocalan re muzakere bikin û bi vî rengî ji tirsên xwe xilas bibin. Gava vê ya pêşî rakirina tecrîdê ye.’’