Turkdogan: Sîstemeke ku tecrîda Îmarlî derbas dike heye

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişand ku sîstema li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, tecrîd derbas kiriye, ev îzalasyone. Turkdogan got: “Divê girtîgehek bi navê Îmarlî nemîne. Divê Îmralî bê girtin.”

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Izturk Turkdogan têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê ya Ewropa (CPT) ji ANF’ê re axivî.

Turkdogan bibîr xist ku ji bo li Tirkiye pêvajoyeke ya aştiyê pêk were û çareserî Îmralî ye, diyar kir ku rêxistinên demokratîk, çep û sosyalîst l igel muxalefetê êdî dixwazin tecrîda li Îmralî nîqaş bikin.

Turkdogan li ser neçûna CPT’ê ya Îmraliyê jî ev got: “Ev pirsgirêk êdî ya me ye, divê em li Tirkiye çareser bikin.”

Turkdogan bal kişand ser qanûnên li Îmraliyê û destnîşan kir ku dema mijar dibe Îmralî yekane welate ku qanûnên xwe pêk naîne.

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê girtîgeha Îmralî bê girtin û got: “Girtîgeha Îmraliyê 10 sal zêdetir bi awayekî bê statû hate birêvebirin. Di sala 2009’an de kete statûya Tîfa F’yê de. Vê carêjî pêkanînên kêfî lê destpê kir. Salên dirêj bi hinceta ‘koster xirabe ye’ hevdîtin hatin astengkirin. Di dema aştî û pêvajoya çareseriyê de hinek hevdîtin pêk hatin. Dema ku ew hevdîtin pêk dihatin jî, parêzeran nedikarî hevdîtinê pêk bînin. Dîsa piştî wê cezayên disiplînê yên kêfî ketin meryetê. Dema em li piştxwe û van kiriyaran dinêrin em dibînin hemû jî pêkanînên kêfî ne. Parêznameyên bi salan Abdullah Ocalan nivîsîbûn weke hincet tê nîşandan û rê nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re bicive. Çawa dibe piştî 10 salan bi şûnde nû cezayê disiplînê bê dayîn. Divê li vir bi awayekî zelal bê dîtin ku tecrîdek heye û bê qebûlkirin. Ji bo wê ye divê girtîgeha Îmralî bê girtin.”

‘SÎSTEMA ÎMRALÎ TECRÎD DERBAS KIRIYE’

Turkdogan bal kişand ser sîstema tecrîdê ya li Îmralî û ev nirxandin kir: “Divê ev tecrîd ji mirovan re bê zelalkirin. Abdullah Ocalan bi tena serê xwe girtî ye. Li gorî destûrên heyî Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din divê di nava hefteyê de bi kêmanî 10 saet li qadên hevpar tê bikaranîn de hev bibînin. Eger ku ev maf neyê bikaranîn, ji xwe tecrîdekî hişt heye. Li aliyê din ji xwe peywendiya bi cîhana derve re bi temamî hatiye qûtkirin. Ev weke îzalasyonekê divê bê famkirin, pêkanîneke ku tecrîdê derbas dike ye. Eger ku bi parêzer û malbatê re mafê xwe yê telefonê bikar neînî, nameyên tên şandin bên astengkirin, hûn nikaribin ji derve re nameyan bişînin, hûn nikaribin bi kêfa xwe kîjan qenalê televîzyon û radyoyê guhdar bikin, dîsa hûn nikaribin bi dilê xwe kîjan rojname û pirtûkê bixwînin, ev tê wateya li ser we îzalasyonek tê bicihanîn. Eger ku Dewleta Komarê ya Tirk xwe ji parastin, xwarin û mercên tendurist berpirs dibîne, lê bi vî awayî nayê qebûlkirin.

Turkdogan diyar kir ku bi guhertina gelek madeyên qanûna nîfazê ya 15’ê Nîsana 2020’ê ya hejmara 7242’an re bi teybet ji bo girtiyan mercên gran bi xwe re anî û got: “Ev hiqûqeke bi hişmendiya MHP’ê hatiye kirin. Li vir ‘pîşmaniyê’ li girtiyan ferz dikin. Ev hişmendiyeke tolhilînê û cihêkariyê ye.

‘SÎSTEMA ÎMRALÎ BELAVÎ 10 GIRTÎGEHAN BÛYE’

Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan da xuyakirin ku divê bi lezgîn qanûna hiqûqê ya înfazê ya nû bê guhertin û got: “Ji bo girtiyên siyasî bi teybet dawîkirina tecrîd û başkirina mercên xirab ên girtîgehê ne. Lê ku ev pêkanîn rast nebin, wê pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. Divê ev yek were rastkirin. Ev yek wê di rojeva me de be. Halê hazir tecrîd niha ne tenê li Îmralî, li temamî girtîgehên ewlekariya bilind hene. Modela Îmralî niha belavî 10 girtîgehan bûye. Divê dawî li vê bînin. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ji bo daxwaza maf û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin, di vê çarçoveyê de bi maf û rewa dibînim.”

Turkdogan anî ziman ku di serdana CPT’ê ya li Tirkiye bi wan re civiya ne û diyar kiriye ku cihê destpêkê bê ziyaretkirin Girtîgeha Îmarî ye. Turkdogan rapora CPT’ê ya sala 2019’an bibîr xist û diyar kir tişta bê kirin li holê ye. Turkdogan wiha domand: “Saziyên mîna CPT’ê her demê saziyên li dijî êşkenceyê ne. Li vir pirsgirêk ne tenê CPT ye. Pirsgirêk ji Koseya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê derdikeve. CPT’ê sala 2019’an raporek têkildarî serdana xwe parvekirû bal kişand ser gelek xalan û pêşniyarên girîng jî kir. Şopandina wan pêşniyarên ji bo Tirkiye erka Konseya Wezîran e. Di vê mijarê de Konseya Ewropayê divê hişyarî û pêkanînên pêwîst ên li ber necihanîna van pêşniyaran divê bikira.

‘HÛN NEÇARIN MAFÊ OCALAN BIPARÊZIN’

Turkdogan anî ziman ku çanda demokrasiyê li Tirkiye pêşneketiye, bang li rêxistinên çep,sosyaslît û muxalefeta civakî kir û got: “Pirsgirêk pirsgirêka me ye em ê çareser bikin. Venêrîna mijara Kurd çawa be, venêrîna li Abdullah Ocalan jî bûye heman. Ev jî li Tirkiyeyê nîşaneya nepêşketina çanda demokrasiyê nîşan dide. Abdullah Ocalan mîna girtiyekê hûn neçarin her demê mafê wî bi cih bînin. Lê hûn dikarin di mijara nasnameya siyasî ya Abdullah Ocalan de cuda bifikirin, dikarin li dijî bin. Sala 2019’an Bahçelî bi xwe jî gotibû Abdullah Ocalan dikare bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike. Eger ku lîderê partiyeke muxalîf nikare vê bêje, divê ev weke pirsgirêkekê bê nîşandan. Bi temamî partiyên sosyalîst, partiyên ji bo xwe dibêjin demokratîk, rêxistinên mûxalefet ên civakî hemû di vê mijarê de peyvek negotine. Divê ev rêxistin û partiyên siyasî bêjin ku li Tirkiye Girtîga Îmarlî heye û li vir Abdullah Ocalan û hevalên wî tên ragiritn, divê bi parêzer û malbatên xwe re bicivin, dîsa hikûmet vê daxwazên rewa yên tên xwestin bi cih bîne.Eger ku partiyên siyasî û rêxistinên mûxalîf ên civakî yên li Tirkiye vê nikaribin bêjin, demokrasî li Tirkiye pêş nakeve. Ji bo vê li Tirkiye aştî pêk nayê. Êdî divê weke çêkerekî siyasî pirsa Kurd bixin rojeva xwe.”

‘DESTPÊKÊ AŞTÎ PIŞTRE DEMOKRASÎ’

Heverokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bibîr xist ku pêwîstî bi pêvajoyeke nû ya aştiyê heye û wiha got: “Weke parêzvaneke mafê mirovan a civakî ji bo me ewilê aştî û piştre demokrasî ye. Aştî pêk neyê li welatekê demokrasî nabe. Çek bêdeng nebin li welatekê aştî pêk nayê. Aliyên şer li ser maseyekê li hev kom nebin, li wî welatî aştî pêk nayê. Li Tirkiye pêvajoya 2015’an ketin kêmaniyan. Çi diba bila biba divê aştî pêk bihata. Dema ku siyaseta Tirkiye ev yek li ber çav negirt, hêzên ewlekariyê bi hişmendiyên nîjatperest, teslîmî îdeolojiya fermî bûn. Em di nava pêvajoyeke 6 sal in şer bê navber dom dike de ne. Divê li gorî vê em li rewşa Abdullah Ocalan binêrin. Tevgerên Kurd dibêjin ku aştiyê dixwazin divê hûn biçin gel Abdullah Ocalan. Yên çûna gel Abdullah Ocalan asteng dikin, heman demê naxwazin aştî li Tirkiyeyê pêk bêye. Li vî welatî her roj mirov dimirin. Tirkiye nikare vî şerî salekî din jî wiha dom bike, divê nedomîne jî. Em ê daxwaza pêvajoyeke nû ya aştiyê bikin, lê heman demê ji bo her kesê edalet wekhev be, em ê gotina xwe bêjin. Ji bo dawî li van pêkanînên derqanûnî bên hûn dikarin tecrîda li Îmralî bi dawî bikin û pêvajoyekê bidin destpêkirin.”