Turkdogan divê bi Ocalan re hevdîtin were kirin

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Îmraliyê da û got “Divê teqez bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin.”

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di salvegera 74’emîn a qebûlkirina Peymannameya Gerdûnî ya Mafêm Mirovan, bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan û 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civînek li dar xist û derbarên binpêkirinên mafên mirovan raporek weşand.

Di raporê de hate diyarkirin li dorî daneyên Wezareta Edaletê di sala 2005’an de hejmara girtiyan 55.870 ye lê di 1’ê Kanûna 2022’an de ev hejmar bûye 336.315 kes.

TECRÎDA LI SER ÎMRALIYÊ

Turkdogan bal kişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û got, “Hikûmetê qaşo wê di mehên havînê de li ser girtiyên nexweş pêngavek bida destpêkirin. Soz da lê tiştek nekir. Tecrîd li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan di demek herî zû de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Azadiya îfadekirinê ji bo me hemûyan hewce ye. Girtîgeh di destê desthilatdariya siyasî de bûye alava tirsandin û zextê. Ji binpêkirinê mafê jiyanê bigire heta êşkenceyê, ji mafê tendirustiyê bigire heta zextên giran, gelek maf tên binpêkirin.”

GIRTINA FÎNCANCI

Turkdogan diyar kir ku girtina Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fincanci li dijî hiqûqê ye û got, "Li gorî prensîbên gerdûnî yên ku parêzvanên mafên mirovan pênase dikin, parêzvanên mafên mirovan tenê piştgiriyê didin prensîb û nirxên mafên mirovan. Nabe ku ji ber şîroveya xwe ya tibbî Şebnem Korûr Fîncanci were girtin. Ji dêvila girtinê divê, lêkolîna li ser bûyeran bihata kirin."

DOZA KURDAN

Turkdogan diyar kir ku pirsgirêka herî girîng a welat doza Kurdan e û wiha dewam kir: “Zextên li ser partiyên siyasî didomin. Doza girtina HDP'ê jî didome. Weke parêzvanên mafan me her tim xwest doza Kurdan bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Em di vê de israr dikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku êdî pevçûn bisekinin. Em diyar dikin heke aştî were vê axê wê demokrasî û mafên mirovan were parastin.”

Turkdogan diyar kir ku polîtîkayên aborî yên neolîberal ên bi deyn û lêçûnên şer û pevçûnan dibin sedema krîza aborî û got, “Di van şert û mercan de divê kes mudaxeleyî mafên kedkar û karkeran neke.”