Turk: Divê em bi hev re tevbigerin
Turk: Divê em bi hev re tevbigerin
Turk: Divê em bi hev re tevbigerin
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlameterê BDP'ê yê Amedê, beşdarî civînên gel ên li gundê Qerejdaxa Sêweregê bû û diyar kir ku divê di vê pêvajoya nû de hemû gelê kurd di nava yekîtî û tifaqê de bin.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlameterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, Parlameterê BDP''ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, gelek endam û rêvebirên BDP'ê û welatiyan bi şiara " Em ji bo çareseriya Demokratîk li Qerejdax in" bi gundiyan re hatin cem hev. Turk û heyeta pêre bi konvoyek girseyî hatin gundê Çikrika Sêwerekê. Şandeya ku di nava gundan de derbas dibû ji aliyê welatiyan bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê PKK'ê û KCK'ê û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin. Heyeta BDP'ê û KCD'ê ku li gundê Çikrikê bi def û zirneyan hatin pêşwazîkirin gundiyan li konê koçeran ji bo şandeya KCD û BDP'ê xwarin da. Turk û desteya pêre piştî xatirê welatiyan pirsî û bi hezaran welatiyê ku ji der dorê hatibûn li qada gun axaftinek kir. Qada ku gel lê civiyan bi alê PKK' û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. Piştre peyama paralamenterê BDP'ê yê girtî Îbrahîm Ayhan hat xwendin.
Piştî ku peyama Îbrahîm Ayhan hat xwendin Ahmet Turk axivî û di dîroka têkoşînê de kevneşopiya gundiyên qerejdaxî bi bîr xist û wiha got: "Hûn di dîroka têkoşînê de heta niha gelek bedel dan û we vê têkoşînê bi berxwedana xwe anî heya roja me ya îro. Ji ber vê sedemê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe a ku me pêre pêk anî de silavê xwe ji were şand û xwest ku em werin serdana we." Turk anî ziman ku kurd di hin pêvajoyan de hin caran hatine xapandin û ew kirine dijminên hev û wiha pêde çû: "Di navbera me kurdan de nakokî derxistin. Em kirin cerdevan. Lê belê niha dem dema yekitiyê ye û êdî tu kes nikare gelê me bixapîne. Çiqas cerdevan bin jî ew jî birayên me ne û parçeyek ji gelê me ne. Divê demildest cerdevan dest ji çekên qirêj berdin û bi me re hereket bikin. Di pêşeroja kurdan de serkeftin heye û divê êdî em hembêz bikin."
"ROJAVA RÊYA ME RONÎ DIKE"
Turk, şehîdên Kurdistanê jî bi bîr xist û diyar kir ku malbatên ku bedel dane bejna xwe li ber wan ditewînim û wiha got: "Şehîdên me afrînêra roja me ne. Divê îro em bibin yek û di riya şehîdên xwe de bimeşin." Der barê rewşa rojavayê Kurdistanê de jî Turk axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema gelê me bibin yek em dikarin hemû mafên xwe bidest bixin. Ji çar parçeyên Kurdistanê îro gelê me têkoşînê dide û dê ev têkoşîn me bigihîjîna serkeftinê."