Turgut Oker: HDP xîtabî Elewiyan dike

Nûnerê Elewiyên Ewropa Turgut Oker ku li Stenbolê Herêma 3’yan di rêza pêşî de ji HDP’ê namzet e li Hambûrgê tevlî panêla Navenda Çanda Elewî bû. Di panêlê de Berdevkê KCDK-E’yê û ji Koordînasyoan Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP’ê Yuksel Koç jî hazir bû.

Koç got 24’ê Hezîranê ji bo rawestandina faşîzmê û geşkirina azadiya pir girîng e û domand, ‘’Em ji xebatên klasîk wêdetir hewl didin ku yek bi yek xwe bigihînin mirovan û têkiliyê deynin.’’

Koç diyar kir her dengê ku neyê bikaranîn wê xizmetê ji sazîbûna faşîzmê re bike, xwest ku Kurd û Elewî werin cem hev û her kes biçe ser sendoqan.

OKER: HDP XÎTABÎ ELEWIYAN DIKE

Namzetê HDP’ê Turgut Oker jî got HDP xîtabî bêrîkirin û daxwazên Elewiyan dike û xwest ku destekê bidin HDP’ê. Oker diyar kir ku 24’ê Hezîranê wê çarenûsa Tirkiyê diyar bibe û got, ‘’Di avakirina Tirkiyeya nû de HDP jî wê hebe.’’

Oker got li Ewropayê gelek ciwan guh nadin siyasetê û got teqez divê ew xwe bigihînin wan. Oker her wiha bang kir ku her kes ji bo serkeftina HDP’ê bixebite.