Tûrgay ê piştî 32 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

Mehmet Tûrgay ê piştî 32 salan hat berdan, li Edeneyê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin.

Mehmet Tûrgay ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilin a Bûrdûrê dihat ragirtin, îro danê sibê hate berdan. Mehmet Tûrgay di sala 1992’yan de li Edeneyê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi hinceta “têkbirina yekîtî û aramiya dewletê” cezayê muebetê lê hatibû birîn. Tûrgay li pêşiya girtîgehê ji aliyên xizmên xwe, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û TUAYDER’ê ve hate pêşwazîkirin.

Tûrgayî spasiyên xwe li girseyê kirin û got: ‘’Berxwedan jiyan e.’’

Tûrgay piştre derbasî li cem malbata xwe ya li Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhan a Edeneyê bû. Gel li pêşiya mala Tûrgay hatin li ba hev û ew bi konfetî û fîşekên hewayî pêşwazî kir.