Tundiya li jinê di dema şewbê de zêdetir bû

Li Tirkiyeyê tundiya li jinê di dema şewbê de zêdetir bû. Li gorî raporên saziyên jinan û ÎHD'ê, bi dehan jin di dema şewbê de hatin kuştin.

Vîrûsa Covîd-19 ku bandor li tevahiya cîhanê kiriye, bi rengekî fermî di 11'ê Adarê de hate ragihandin ku li Tirkiyeyê jî belav bûye û hingî qedexeyên derketina derve dest pê kirin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê îdîa kir ku di dema pêvajoya şewbê de tundiya li jinan kêm bûye, lê belê saziyên jinan destnîşan kirin ku berevajî; tundî zêde bûye û daneyên vê yekê parve kirin.

Navenda Lêkolîna Qada Sosyo Polîtîk a li Amedê ji bo diyarkirina bandora pêvajoya karantînayê ya li ser jinan, anketek çêkir. Di anketê de pirsa "Di dema karantînayê de we li nava malbatê nîqaş û şer kir?" hate kirin. Bi rêjeya 69.4 ji sedî yê beşdaran gotin 'erê', bi rêjeya 30.6 ê beşdaran jî gotin 'na'.

26 JIN BI GUMANBARÎ HATIN KUŞTIN

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirina mafên jinan ên di dema şewbê ya navbera 11'ê Adara 2020'an û 11'ê Gulana 2020'an raporek eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku di pêvajoya şewba Covîd-19 de tundiya li jin û zarokan zêde bûye û têkoşîna li dijî vê tundiyê jî kêm maye.

Di raporê de her wiha hate ragihandin ku di navbera 11'ê Adarê û 11'ê Gulanê de 37 jin hatine kuştin, kuştina 26 ji wan bi guman bû û 11 jin ji aliyê mêran ve bi çekê hatin birîndarkirin, 15 jin bûn hedfa tundiya fîzîkî, destavêtin li jinekê kirin, destdirêjî li 2 jinan kirin, 2 jin bûn hedefa tundiya polîsan. Li gorî Meclîsa ÎSÎG'ê li gorî daneyên meha Nîsana 2020'an 4 jê zarok, 14 jê jin, 8 jê koçber herî kêm 220 karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dan.

TUNDÎ LI SEDAN JINAN BÛ

Seroka Komeleya Jinan a Van Starê Serap Guvenç daneyên li ser tundiya li jinê ya ji 11'ê Adarê û pê ve 2 mehan li bajêr qewimîn. Hate ragihandin ku li Wanê bi sedan jin bûn hedefa tundiyê û destdirêjiyê.

Li gorî vê yekê di nava 2 mehan de 10 jin ji ber ku tundî li wan hate kirin xwestin cihê bibin û piştgiriya psîkolojîk jê re bê dayin. C.A. ya 18 salî ber bi xwekuştinê ve hate dehfdan. N.A. ya 25 salî hate kuştin. Li navenda Wanê jineke 25 salî ku dayika 3 zarokan e ber bi xwekuştinê ve hate dehfdan. Li navenda Wanê jinek bi rengekî gumanbar li mala xwe daliqandî hate dîtin. Her wiha li Tûşbayê jineke dayika 2 zarokan û bi 5 mehan ducanî bû hedefa tundiya psîkolojîk û fîzîkî.

Li gorî rapora mehên Adar, Nîsan û Gulanê ya Platforma 'Em ê dawî li kuştina jinan bînin' 70 jin ji aliyê mêr ve 47 jin jî bi rengekî bi guman hatin kuştin. Di raporê de hate ragihandin ku piraniya jinan li mala xwe hatin kuştin û sedema piraniya kuştina wan jî nehate tespîtkirin.