Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) derbarê lêpirsîna li dijî axaftina wî ya li Mêrdînê hatî vekirîn de daxuyaniyeke nivîskî da. Bakirhan diyar kir ku rewşa niha nîşan dide ku ji rabirdûyê ti tecrûbe nehatiye girtin. Bakirhan anî ziman ku wî di axaftina xwe de kiryarên derqanûnî bi bîr xistine û gotiye ku ew ê li dijî van kiyarên derhiqûqî serî netewînin. Bakirhan wiha dewam kir: “Min bi boneya bibîrxistina gelek şexsiyetên dîrokî yên giring ku hatine qetilkirin amaje bi bîra têkoşînê ya dîrokî kir ku bê dîtin ku ev polîtîkayên tundiyê pirsgirêkan çareser nakin.”
“WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ SÎNORÊN XWE YÊN RAYEDARIYÊ BINPÊ DIKE Û XWE DIXE ŞÛNA DARAZÊ”
Bakirhan diyar kir ku wî gotina Seyîd Riza “Min nekarî derew û fêlên we; ev ji bo min bû derd. Lê min jî li hember we çong netewand; bila ev jî ji bo we bibe derd!” bilêv kiriye, lê axaftina min hat manîpulekirin û derî li derhiqûqiyeke din hat vekirin. Bakirhan anî ziman ku Wezareta Karên Navxweyî sînorên xwe yên rayedariyê bin pê dike û xwe dixe şûna darazê û bi vî awayî hewla xapandina civakê didin.
‘DIVÊ DEV JI BÊHIQÛQIYÊ BERDIN Û DAWÎ LI QAYÛMAN BÎNIN’
Bakirhan anî ziman ku ev 30 sal e di siyaseta demokratîk de israr dike û wiha domand: “Divê dev ji vê bêhiqûqiyê berdin, dawî li pergala qeyûman bînin û rêzê li îradeya gel bigirin. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd demildest gavên aşitiyane bên avêtin û dawî li polîtîkayên şer û tundiyê bînin. Divê pêvajoya diyalog û muzakereyê careke din bê destpêkirin û Tirkiyeyeke bêşer û demokratîk bê avakirin.”
‘DIVÊ DERBARÊ KESÊN KU GELÎ MANÎPULE DIKIN LÊPIRSÎN BÊ VEKIRIN’
Bakirhan bangawaziya aqlêselîmiyê li wan kesan kir ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bikin û wiha axivî: Divê Wezareta Karên Navxweyî demildest dev ji vê pergala derhiqûqî berde. Heger dê lêpirsînekê veke, divê li dijî wan kesan veke ku bi derew û bêbextiyan civakê dixapînin û manîpule dikin. Em baş dizanin ku ji rabirdûyê heta niha ev hedefgirtinên bi vî awayî zirareke çawa daye gelên Tirkiyeyê. Em ê nehêlin ku ev tecrûbeyên êşbar careke din dubare bikin.”