Tûncel: Ferasetên faşîst mehkûmî têkçyînê ne
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel: Bila ti kes moralê xwe xera neke, em ê li ber xwe bidin û teqez em ê bi ser kevin. Ferasetên faşîst mehkûmî têkçûyînê ne.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel: Bila ti kes moralê xwe xera neke, em ê li ber xwe bidin û teqez em ê bi ser kevin. Ferasetên faşîst mehkûmî têkçûyînê ne.
Parêzerên endamên Komîsyona Huqûqê ya DBP’ê Şivan Cemîl Ozen û Cemîle Tûrhalli bi Hevseroka Giştî ya DBP’ê re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran ragihand ku Tûncelê wiha gotiye: “Em ê tu carî dev ji azadiya gelê Kurd bernedin.”
Peyama Tûncelê wiha ye: “Her mirovek wekîlek e. Her kes neçare ku peywira dikeve ser milê wan bi cih bîne. Bila tu kes moralê xwe xera neke, em ê li ber xwe bidin û teqez bi ser kevin. Ferasetên faşîst mehkûmî têkçûyînê ne. Hevserokên HDP’ê jî di nav de girtina parlementeran, bi her awayî operasyona rehîngirtinê ye. Em ê qethiyen serî netewînin.”