Tûncel: Divê tecrîd were rakirin

Sabahat Tûncel a ku diya Yorgûn Bektaşoglû ye yê ku di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku tecrîd li her derê tê kirin û divê roj berî rojekê tecrîd were rakirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger hatibûn destpêkirin. Ev grevên birçîbûnê niha li gelek girtîgehan didome. Sabahat Tûncel a ku diya Yorgûn Bektaşoglû ye yê ku di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku tecrîd li her derê tê kirin û divê roj berî rojekê tecrîd were rakirin.

Tûncel diyar kir ku kurê wê Yorgûn Bektaşoglû li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê 68 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tûncel bal kişand ser vî tiştî ku kurê wê kîlo li xwe kêm kiriye lê di çalakiya xwe de bi israr e.

Tûncel ji ANF’ê re axivî û got ku, “Tekane daxwaziya me bidawîkirina tecrîdê ye û divê aştî û demokrasî were welat. Li ser gelê Kurd bi salan e zilm heye. Êdî em şer naxwazin. Roj berî rojekê divê tecrîd were rakirin. Ozgur Bektaşoglû yê ku birayê hevjînê min ê berê ye ew jî di Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven ji bo ku nifşên ku di nav aştiyê de bijîn, 124 roj in di greva birçîbûnê de ye lê deng ji desthilatdariyê nayê. Êdî bes e, divê dayîk negirîn.”