Tûnakan: Weke mexdûrên 28'ê Sibatê em dibêjin 'NA'
Aktîvîsta Platforma Maf û Edaletê Julîde Tûnakan got, weke mexdûrên 28'ê Sibatê ew ji zîhniyeta tekparêziyê re dibêjin 'NA'.
Aktîvîsta Platforma Maf û Edaletê Julîde Tûnakan got, weke mexdûrên 28'ê Sibatê ew ji zîhniyeta tekparêziyê re dibêjin 'NA'.
Tûnakan referandûm ji ANF'ê re nirxand û anî ziman, weke beşek ji civakê ku bû hedefa zilma 28'ê Sibatê ew qebûl nakin ku bibin zalimê îro û got, "Rabûna li ber rêveberiya tekparêziyê, wezîfeyek e."
Platforma Maf û Edaletê, weke civata Misilman kampanya 'NA' dimeşîne û li tax û kolanan ji mirovan re qala sedemên 'NA' dike. Yek ji van aktîvîstên bi vê armancê li nava malan digere Julîde Tûnakan e. Tûnakan destnîşan dike, ku ew ji bo maf û edaletê dibêjin 'NA' û bi vê armancê tevdigerin. Tûnakan diyar kir, pêwîstî bi destûreke bingehîn a ku wekheviyê dixe navbera nasname, çand û baweriyên cuda heye, lê belê destûra bingehîn a ku di 16'ê Nîsanê de pêşkêşî dengdanê tê kirin, ferzkirina zîhniyeta serdestên bi hêz e.
Tûnakan got, "Tekparêz ji bo me ne girîng e. Ya girîng ji bo me ew e, ku her kes bibe hevparê biryardanê" û sûreya Şûra ya li Quranê bibîr xist. Julîde Tûnakan anî ziman, di serî de di Peymana Medîneyê de, di gelek referansên cuda yên olî de pirrengî, parvekirin û şêwirandina di rêveberiyê de hene û diyar kir, nepêkane ku daxawza feraseta tekparêziyê pêşkêşî dengdanê were kirin. Tûnakan dest nîşan kir, ol ji bo zexmkirina desthilatdariyê weke amûrekê tê bikaranî û pê mirov li hemberî hev tê rakirin.
'RABÛNA LI BER RÊVEBERIYEKE TEKPARÊZ, WEZÎFEYEK E'
Tûnakan bibîr xist, di zîhniyeta Îslamê de cihgirtina li cem mezlûman esas e û got, "Hz. Mûhammed timî li cem bindestan, mezlûman û bêhêzan bû. Dema ku cihek dihat bidesxistin, tişta ewilî wî digot ev bû; 'hay jê hebin, bi ti awayî zilm û tehdeyê li bindestan, li mezlûman nekin. Zerarê nedin kesên li dijî jî derdikevin'. Em bi gotina 'NA' ji zaliman re, bi rê ketin. Serokkomarekî ku dibêje ew ji ol bawer dike, îro derdikeve qadan û dikarin mirovên dibêjin 'NA' weke 'terorîst' îlan bike. Lewma berê hikûmeta AKP'ê li aliyekî çewt e. Pêxember ji xwe bi Şûra tevdigere. Rêxistinbûnek weke Meclîsa Şewirmendiyê tê avakirin û Pêxember jî berî karên xwe bike, bi wan dişêwire û nêrîna her kesî digire. Dizanîbû ku Pêxember jî be ew mirov e û bi fikara ku 'dibe ku şaşitiyê bikim' her kar bi hevkarî dikir, li ser daxivî. Eger wan karîne vê yekê berî 1400 salî bikin, wê şaş be ku em îro vê qebûl nekin'." Tûnakan destnîşan kir, rabûna li ber feraseta tepkarêziyê, wezîfeyek e û anî ziman, şêweyekî rêveberiyê yê ku rêveberî, qanûndanîn û dadgerî di destekî de hatine komkirin, dîktatorî ye.
'EM Ê NEBIN ZALIM ROJA ÎRO'
Di dewama axaftina xwe de Tûnakan ragihand, weke beşek ji civakê ya bû hedefa zilma 28'ê Sibatê, ew qebûl nakin ku bibin zalimê roja îro û diyar kir, yên ku wextekê digotin, 'edalet ji bo her kesî' û ji bo 'azadiya sernixumandinê' têdikoşiyan, pêwîste li refên herî pêş li ber vê zîhniyeta tekparêz rabin. Tûnakan got, "Mixabin di nava me de parçebûnekê rû da. Bi dîtina min hin heval bi desthilatdariyê serxweş bûne û tiştên ku wextekê li wan dihat kirin, niha ew li mirovên din dikin. Em naxwazin civak hîn bêhtir ji hev qut bibe û li ber hev rabe. Em naxwazin tovên nefretê bên çandin. Ji bo parastina bawerî û jiyana bi hev re, em ji sîstema serokatiyê re dibêjin 'NA'."