Tûglûk: Ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 2 girtî hatin sirgûnkirin
Tûglûk: Ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 2 girtî hatin sirgûnkirin
Tûglûk: Ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 2 girtî hatin sirgûnkirin
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ziyaret kir û girtiyan ji wê re got, 2 hevalên wan hatin sirgûnkirin.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Tûglûk anî ziman ku girtiyan ji wê re gotin hevalên wan Nasrullah Kuran û Çetîn Alkaş ji Girtîgeha Nazîlliyê re hatin sirgûnkirin. Tûglûk da zanîn ku, sirgûn nîva şevê di demjimêr 03.00'an de pêk hatin û bê hincet sirgûn pêk hatin. Tûglûk bilêv kir ku, girtiyan got dibe ku bûyerên bi wî şiklî pêk bên.
Tûglûk destnîşan kir ku, sirgûn bi fermana Wezareta Dadê pêk hatin û lê bi awayekî zelal nayê zanîn ku, girtî bibin kîjan girtîgehê.