TUAYDER: Zext û zordarî nikare bi me, têkoşîna me wê bidome

Ji ber pirsgirêka xwe ya bi malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê û berxwedêran Şaxê TUAYDER ê Mersînê bûye hedef. Hewl tê dayin ku bi zextê karê wan asteng bikin.

Şaxê Mersînê yê Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAYDER) hefteyên dawî bûye hedefa êrîş û zexteke giran. Komele bi salan e hewl dide ku tevneke piştevaniyê di navbera girtiyan û malbatên wan de biafirîne, her wiha bêhiqûqiya li girtîgehan ji raya giştî re radigihîne. Hema bêjin, rêveberên komeleyê hemû girtî ne.

Komele bi taybetî di dema berxwedana grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan de gelek caran bû hedefa êrîşan û zextê.

Hevserokên TUAYDER'ê yên Mersînê û rêveberên komeleyê hatin girtin ku vê yekê rê li ber nerazîbûneke mezin a malbatên girtiyan û rêveberên komeleyê vekir. Ji rêveberên komeleyê Alî Bîlen got, "Yên ku ji wan heye ku bi vî rengî dikarin karê me yê girtiyan û malbatên wan re asteng bikin, bila zanibin ku wê nikaribin vê bikin. Berê jî zextên giran li me hatin kirin, me ti carî paşde gav neavêtin, em ê neavêjin."

Bîlen diyar kir ku piraniya endamên komeleya wan xizmên girtiyan e û got, "Gelo em dikarin xwe ji zarokên xwe, ji xwişk û birayên xwe vegirin? Em ê bibin dengê wan ê li derve. Mîna doh em ê îro jî berpirsyariyên xwe pêk bînin. Her ku girtin bidome wê endamên nû derkevin holê û karê me jî wê bidome. Komele bê girtin em ê bi rêxistinbûneke nû têkoşîna xwe bidomînin."

Bîlen diyar kir ku ji bo xurtkirina komeleyê wê kongreyê pêk bînin û bang li xizmên girtiyan hemûyan kir ku bi wan re bibin yek.