TUAD: Em xwedî li Ocalan derkevin, tevlî meşa Amara bibin

TUAD'ê ji bo meşa 4'ê Nîsanê ya ber bi Amarayê ve banga tevlîbûnê kir.

Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkildarî meşa 4'ê Nîsanê ya ber bi Amara ve li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Hevserokê TUAD'ê Arîf Yilmaz li vir axivî û ew ê bi saziyên YAKAY-DER, KJA, DIAYDER, HDP, GOÇ-DER, Dayikên Aştiyê û NÇM'ê tevlî vê çalakiyê bibin.

Yilmaz bal kişand ser wate û girîngiya meşa Amara ya îsal û got, "Gelê me wê îsal ji salên din bêhtir ji bo meşa 4'ê Nîsanê ya Amara seferber bibe. Bi deh hezaran kes wê bi şiyara 'Ji Ocalan re Azadî' tevlî meşê bibin. Di vê çalakiyê de wê bi xurtî xwedî li vîn û nasnameya gelê Kurd, li daxwazên demokratîk bê derketin."

JI 3 HERÊMAN WÊ OTOBUS BI RÊ KEVIN

Yilmaz da zanîn, ji bo tevlîbûneke girseyî ya ji Stenbolê, bi pêşengiya TUAD'ê ew amadekariyeke berfireh dikin û ragihand, li Stenbolê 2'ê Nîsanê roja Şemiyê saet di 20:00 de wê li Sancaktepe, Sûltangazî û Bagcilarê otobus di heman demê de bi rê kevin.

'HETA OCALAN AZAD NEBE, AŞTÎ NEPÊKAN E'

Yilmaz destnîşan kir, ku heta tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin û Ocalan azad nebe, kes nikare qala aştiyê bike û got, "Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li hemberî gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye. Ya ku hatiye tecrîdkirin hêviya aştî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye."

Hevserokê TUAD'ê Arîf Yilmaz bang li gelê Stenbolê, şoreşger û parêzvanên aştiyê kir, ku xwedî li Ocalan derkevin û tevlî meşa Amarayê bibin.

Endama KJA'yê Mervan Tekîn jî bang li hemû jinan kir, ku bi şiyara 'hevjiyana azad' li Amarayê bin.