TUÎK jî êdî nikare veşêre: Enflasyon zêde dibe

TUÎK'ê ragihand ku buhayê 268 ji 418 madeyan zêde bûye. Li gorî TUÎK'ê, enflasyona salane 1.35 ji sedî zêde bû û gihîşt 12.15 ji sedî.

Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona meha Çileyê eşkere kir. Li gorî vê yekê di meha Çileyê enflasyona salane 1.35 ji sedî zêde bû û gihîşt 12.15 ji sedî. Li gorî heman meha sala derbasbûyî bi rêjeya 14.52 ji sedî zêde bû.

Komên bingehîn ên ku li gorî heman meha sala derbasbûyî buhayê wan zêde bû, bi rêjeya 42.21 ji sedî vexwarinên bi alkol û tûtin, bi rêjeya 15.11 ji sedî perwerde û 15.01 ji sedî jî mal û xizmetên cuda ne. Zêdebûna herî kêm a salane bi rêjeya 2.14 ji sedî li koma ragihandinê bû.

Li komên lêçûnên bingehîn jî di meha Çileya 2020'î de herî zêde bi rêjeya 4.88 ji sedî li mal û xizmetên cuda, bi rêjeya 4.65 ji sedî li xwarin û vexwarina bi alkol û bi rêjeya 3.96 jî li qada tenduristiyê buha zêde bû.

Li gorî daneyên TUÎK'ê di Çileya 2020'an de ji 418 madeyan buhayê 25 madeyan neguherî, lê belê buhayê 268 madeyan zêde bû.