Tu agahî ji girtiyê nexweşê giran nayê wergirtin
Têkildarê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Yilmaz Ozalp ku krîza dil kir û rakirin nexweşxaneyê, tu agahî nayê wergirtin.
Têkildarê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Yilmaz Ozalp ku krîza dil kir û rakirin nexweşxaneyê, tu agahî nayê wergirtin.
Tedawiya girtiyê nexweş Yilmaz Ozalp ê di Girtîgeha T ya bi hejmar 1 a Şakran a Îzmîrê de girtî ku 5’ê Tebaxê krîzal dil kir û rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Çîgliyê, berdewam e. Xeteriya jiyanî ya Ozalp berdewam e.
Ji ber ku bijîşk bi destûr e, tu agahî bi malbatê re nayê parvekirin ku Ozalp kengî emeliyat bibe.