TŞYG li dijî destûra bingehîn a AKP-MHP'ê banga dengê 'NA' kir

TŞYG, li dijî tifaqa AKP-MHP a faşîst, li dijî Rewşa Awarte û dîktatoriya yekperestiyê, bang li gelan kir, ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin û li ber faşîzmê rabin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), têkildarî referandûma li ser dîktatoriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteya Rêveber da xuyakirin, ku krîzeke nû li pêşiya emperyalîzmê ye û destnîşan kir, destwerdanên herêmî yên emperyalîzmê, şerê ji bo berjewendiyan giran kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, T.C. a faşîst û çeteya Erdogan, gelan dixin nava şerekî bêdawî û hat gotin, "Di van êrîşên bi xwîn de, ku li ser bingeha berjewendiyên bi emperyalîstan re li dijî gelên herêmê tên kirin, ji bo li qada navneteweyî û neteweyî tifaqên herî qirêj bikin, hemû derfetên xwe seferber dike.

TŞYG'ê da xuyakirin, ku wezîfeya sereke û herî girîng a hêzên demokratîk-şoreşger, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, ku li ber vê faşîzmê rabin û vê têk bibin.

TŞYG'ê da zanîn, tifaqa faşîst û bixwîn a rêveberiya AKP-MHP'ê li ser dijminatiya li Kurdan tê meşandin û wiha dewam kir: "AKP-MHP'ê dest bi êrîşeke topyekûn kirine. Ji bo vê jî bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de, Rewşa Awarte û Qanûnên Ewlekariya Navxweyî, dest bi konsepteke nû ya êrîşê kirine. Faşîzma ku bi zinarekî bilind ve hildikişe, eger bêhn lê biçike û bisekine, wê temamiya desthilatdariyê ji dest berde."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser destûra bingehîn a AKP-MHP'ê û hat ragihandin, ku ti cudahiya vê yekê ji faşîzma 12'ê Îlonê nîne. Komîteya Rêveber a TŞYG'ê diyar kir, ev destûra bingehîn a li ser gelan ferz tê ferzkirin, bi ti awayî bi kêrî karker, kedkar, jin, ciwan, Elewî, bindest û gelan nayê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî vê zîhniyeta yekperest a tê ferzkirin, dem hatiye ku gelên me têkoşînê mezin bikin û alternatîfa xwe ya şoreşê bafirîne. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, ku armanca xwe hilweşandina sîstemê ji binî ve ye, dengê 'NA' yê di referandûmê de weke dilsoziya bi stratejiya şoreşê ve dibîne."

TŞYG'ê da zanîn, faşîzma AKP-MHP bi rêya referandûmê dixwazin, faşîzmê mayînde bikin, erkên xwe bi destûra bingehîn zêde bikin û got, "Ji ber vê yekê divê gelên me berxwedana li dijî faşîzmê mezin bikin, di referandûmê de dengê 'NA' bi xurtî bi kar bînin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bang li gelên me dike, ku alternatîfa 'Na' li dijî faşîzmê veguherînin ala berxwedanê û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji hev bixînin.

TŞYG, li dijî tifaqa AKP-MHP a faşîst, li dijî Rewşa Awarte û dîktatoriya yekperestiyê, bang li gelan kir, ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin û li ber faşîzmê rabin.

Weke TŞYG em careke din hemû hêzên li dijî faşîzmê li ber xwe didin silav dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Na ji faşîzmê re, Erê ji Şoreşa Yekbûyî re."