Trîbûnala Navneteweyî Pêncşemê wê biryara xwe eşkere bike

Trîbûnala Navneteweyî (Dadgeha Gelan a Domdar) ku sûcên dewleta Tirk ên li ser Kurdan didarizîne, Pêncşemê li Parlamenta Ewropayê wê biryara xwe bide.

Kesên navdar, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî pêşengiyê ji konfernasê re dikin, ya ku li Parlamenta Ewropayê ya Brukselê wê pêk were.

24’ê Gulanê, Pêncşemê Serokê Dadgeha Gelan a Domdar M. Phîlîppe Texîer û dadgerên din wê biryarê û hincetên wê vebêjin.

Di nav wan kesan de ku pêşengiyê ji konferansê û dadgehê re dikin, kesên navdar ên mîna Desmond Tutu ku 1984’an Xelata Aştiyê ya Nobelê standî, zimanzan Noam Chomsky, filozof Tonî Negrî, Slavoj Zîzek û hwd. hene.

Di nav wan rêxistinan de ku pêşniyara dadgehê kirin saziyên mîna Komeleya Hiqûqnasên Navneteweyî yên Demokrat (AIJD-IADL), Komleya Hiqûqnasên Ewropî yên ji bo Demokrasî û Mafê Mirovan (EJDH-ELDH), Komeleya Hiqûqnasan û Demokrasiya Navneteweyî (MAF-DAD), Enstîtûya Kurd a Brûkselê, Tifaqa Sosyalîst û Demokrat, Çepgirên Yekbûyî yên Ewropa-Çepgirên Kesk ê Bakur (GUE-NGL), Tifaqa Ewropaya Azad-Keskan (Verts-EFA) hene.

Konferans di navbeyna 12.30 û 14.30’an de bi Ingilîzî, Fransî, Tirkî û Kurdî were kirin.

Piştî axaftina destpêkê şandeya dadgehê wê biryara xwe bide. Di beşê duyan de ji çar komeleyên organîzator her yekê nûnerek wê biaxive. Di rûniştina din de siyasetmedar û hiqûqnas wê li ser biryar û encaman biaxivin. Hin endamên şandeyê, ku bi sifetê çavdêran wê li dadgehê bin, wê biaxivin û encamname were parvekirin.

DARIZANDIN 15-16'Ê ADARÊ LI PARÎSÊ HATIBÛ KIRIN

Trîbûnala Navneteweyî 15-16’ê Adarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan darizandibû. Di du rojan ji 400 kesî zêdetir kes axivîn. Şandeya dadgehehê ji 7 dadgehan pêk tê, ku ji welatên cuda ne û nûnertiya wijdanê raya giştî dikin.

Şahidan li dadgehê ji hêla siyasî, çandî, sosyal û aborî ve dewleta Tirk çawa Kurdan înkar dike û mafê wan binpê dike vegotin. Di nav şahidan de şahide berxwedana xwerêveberiya li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê jî hebûn û komkujiyên dewleta Tirk ên li van bajaran gotin.

Hate gotin ku dewleta Tirk ev komkujî bi rengekî sistematîk kirine û ji şandeya dadgehê xwestin ku ev bi rengê sûcê şer werin qebûlkirin.

Meqamê îdîayê xwest ku hikûmeta Tirk û Erdogan ji sûcan berpirs werin dîtin.

Dadgehê gotibû ew ê biryaa xwe Gulanê ragihînin.