Top li taxa Kurdan ket: 14 kes mirin 42 birîndar
Top li taxa Kurdan ket: 14 kes mirin 42 birîndar
Top li taxa Kurdan ket: 14 kes mirin 42 birîndar
Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê 14 welatiyên sivîl di encama topên ku tangên rêjîma Sûryayê li ser taxê barandin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûne. Şêniyên taxê diyar kirin ku topek li kolana giştî ya Eşrefiyê, beranberî dermanxaneya Sefer a ku nêzî nuqteya kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ket.
Ev yek jî bû sedema kuştin û birîndarkirina welatiyan û 5 topên din li çerxeriya li ber parka Eşrefiyê ket û ziyanên giran giyandin malên welatiyan. Hin welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan ev in; Xelîl Hisên Cefer, Celal Mihemed Heftaro û Mihemed Dîbo Habû. Herwiha Endamê Meclisa Gel a Helebê Emde Rengîn giran birîndar bûye.
Her wiha hate ragihandin ku di pevçûnên li nêzî Eşrefiyê, di navbera Artêşa Azad û Artêşa Sûriyeyê de tangek Sûriyeyê bi temamî hatiye rûxandin.