TMMOB bang li Gul kir: Qanûna torba veto bike!

TMMOB bang li Gul kir: Qanûna torba veto bike!

Endamên Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendisên Tirkiyeyê (TMMOB)  “Qanûna Torba” ya hukûmeta AKP’ê bi armanca xebatên TMMOB bêbandor bike derxist, protesto kir.  Endamên TMMOB destnîşan kirin ku desthilatdariya AKP’ê ji mîmaran tola xwe radike û li Qada Taksîmê bang li Serokkomar Abdullah Gul kirin û gotin: “Bi vetokirina vê qanûnê re li welatê xwe xwedî derkevin.”

Li ser navê endamên TMMOB Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ê TMMOB Suleyman Solmaz daxuyanî xwend.

Solmaz destnîşan kir ku “Qanûna Torba” ya ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hatiye derxistin tenê ne TMMOB û odeyên girêdayî wê bi sînor dike di heman demê de tê wê wateyê ku welêt bi rengekî ku vegera wê nîn be, ji xesp û talanê re vedike û got, “Ev qanûn tê wateya ku keda hempişeyên me were dizîn, muhendis, mîmar û plankerên bajaran ên sexte derkevin holê. TMMOB di torbe de bi cih nabe!  

Solmaz ji Qada Taksîm bi vî awayî bang li Serokkomar Abdullah Gul kir: “Werin vê qanûna ku li welêt û civakê xiyanet e veto bikin. Werin guh bidin daxwazên gel û bi sedhezaran hempişeyên me. Werin carekê jî be me guhdarî bikin û vî sûcê ku desthilatdariyê kiriye asteng bikin.”