TKP-ML/TÎKKO: Li dijî êrîşan em bi gerîlayan re ne
TKP-ML/TÎKKO diyar kir ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ew bi gerîlayan re ne û ew ê berxwedanê geştir bikin.
TKP-ML/TÎKKO diyar kir ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ew bi gerîlayan re ne û ew ê berxwedanê geştir bikin.
Fermandariya Giştî ya TKP-ML/TÎKKO daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.
TKP-ML/TÎKKO diyar kir ku salek berê jî artêşa Tirk hewl dabû qada Heftanînê dagir bike lê derbên giran xwaribû û di êrîşa pêşîn a li dijî Garê de jî serbazên payebilind di nav de, beşeke hêza wan mirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta TC faşîst piştî ku wezîrê wan ê parastinê Hûlûsî Akar, Serokê Artêşa Giştî Yaşar Guler çûbû Iraqê û serdana rayedarên PDK’ê û Mesût Barzanî kiribû, di serî de li dijî Şengal û bajarê Dêrikê yê Rojava, nîşana êrîşên dagirker ên li dijî qadên gerîlayan dabû. PDK îxanetî neteweya Kurd dike û bûye hevkarê polîtîkayên dagirker ên çîna serwer a Tirk.
Partiya me TKP-ML û artêşa me ya gel TÎKKO li hemberî van êrîşan bi PKK, gerîlayên HPG, YJA Star û bi neteweya Kurd re ye. Em berxwedanê û têkoşîna yekgirtî geş bikin.”