TKP-ML: Hevrê Ferdî li Dersimê şehîd bû

TKP-ML MK-SB diyar kir ku gerîla Mûharrem (Ferdî Tosûn) di encama êrişên giran ên li Alîbogazi ya Dersimê ku 30'ê Cotmehê dest pê kir û heta 9'ê Mijdarê dewam kir şehîd ketiye.

TKP-ML MK-SB bi daxuyaniyekê diyar kir ku yekîneyeke gerîla ya bi fermandariya Denîz (Sînan Cûmhûr Oktûlmûş) dema ku amadekariya zivistanê dikir ji 30'ê Cotmehê heta 9'ê Mijdarê li Alîbogazi ya Dersimê bû hedefa êrişên giran ên artêşa Tirk.

Di daxuylaniyê de hate gotin, "Di encama vê êirşê de endamê partiya me û Fermandariya Herêma Dersimê hevrê Denîz tevlî karwanê nemiran bû. Di vê operasyonê de milîtanê pêşeng ê partiya me şervanê leheng ê TÎKKO hevrê Mûharrem (Ferdî Tosûn) jî tevlî karwanê nemiran bû."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êşa me bi du qatî zêde bû, hêrsa me jî dibe lehî. Xemgîniya me niha li çiyê û bajaran bi du qatî zêde bû, lê biryardariya me jî ber bi pêş ve xwe bi rêxistin dike. Em şervanê gel Mûharrem datînin gel hevrê Denîz û îradeya xwe ya şer careke din di asta herî bilind de bi biryardarî didomînin."