TKEP û Partiya Şoreşger li dijî şer bang kirin

TKEP û Partiya Şoreşger li dijî dagirkirina Rojava bang li kedkaran û dijberên faşîzma AKP-MHP'ê kirin ku dakevin qadan.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger û Komîteya Navendî ya Lenînîst (TKEP) der barê gefên dagirkirina Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

TKEP'ê ji kedkaran re got, şerê ku dixwazin bidin destpêkirin ne şerê we ye û diyar kir, "Li dijî şer û dagirkeriyê dakevin qadan."

Partiya Şoreşger jî destnîşan kir, "Desthilatdarên ku daxwaza dagirkeriyê dikin ti carî li berjewendiyên me nafikirin. Berjewendiyên me hevpar nînin. Kî dibe bila bibe, yên li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê de divê li dijî vê dagirkeriyê rawestin."