TJKE: Divê berxwedana li mewziyan li kolanan belav bibe
TJKE: Divê berxwedana li mewziyan li kolanan belav bibe
TJKE: Divê berxwedana li mewziyan li kolanan belav bibe
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê- TJKE, diyar kir ku bi armanca xwedîderketina li Kobanê û her wiha ji bo civaka navneteweyî bikeve nava tevgerê wê di 11’ê Cotmehê de li Kobanê meşekê pêk bînin û banga tevlibûna meşê kirin. TJKE’ê got: “Li dijî çekên herî giran divê gel bi moral, coş û biryarek mezin derkevin qadên şer.
TJKE’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku berxwedana Kobanê ya bi heybet 22 roj li pey xwe hiştiye û got ku li gel Kobanê cih girtin berpirsyariya her kesî ye.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li dijî hovîtiya DAIŞ’ê civaka navneteweyî bêdeng e û mirina gelê Kurd ji nedîtîve tên. Li dijî berxwedana hebûnê ya li Kobanê bi hemû aliyan ezmûneke mirovahiyê tê dayîn. Kobanî ji nedîtîve dîtin, tê wateya ku têkçûna rûmetê. Piştdayîna Kobanê tê wateya rojên reş.
DESTPÊKA SERDEMEKE NÛ
Çeteyên DAIŞ’ê ku wek ewrên reş ketine ser Rojhilata Navîn û li ser dijminahiya mirovahiyê xwedî dibe, dê li dijî şervanên azadiyê ku bedena xwe kirine mertal têk biçin. Berxwedana li Kobanê destpêka serdemeke nû ye.
DIVÊ BERXWEDAN DAKEVE KOLANAN
Dengê şervanên ku bi morelekî mezin li dijî çekên herî giran şer dikin divê li qadan bê bihistin. Jinên me divê li her qadê dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinana dikin, demildest bikevin nava tevgerê. Em berxwedana xwe li dijî dijminê jinan DAIŞ’ê bilind bikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Arîn Mîrkan ya li Kobanê jiyana xwe ji dest daye jî ruhê jina azad e.
DIVÊ HEMÛ JIN BIHERIKIN DUSSELDORFÊ
TJKE’ê diyar kir ku di 11’ê Cotmehê de li Dusseldorfê wê meş û mîtîngek pêk bê û bang tevlibûnê kir.