TJK-E: Divê hemû gelê me biherikin Dusseldorfê

Aktivîsta TJK-E’yê Ezda Kajîn, anî ziman ku wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên bê dem bidomînin û bang li gel kir ku biherikin çalakiya li Dusseldorfê.

Kurd bi armanca protestokirina zext, tecrîd, ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Elmanya û gelek navendên cîhanê çalakî tên lidarxistin. Yek ji saziya van çalakiyan organîze dike, Tevgera Jinên Kurd e. Aktivîsta Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê Ezda Kajîn diyar kir ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin û got: “Di serî de bang li jinan û hemû gelên xwe dikin divê tevlî çalakiyan bibin.”

‘BANG LI HEMÛ GELÊ XWE DIKIN KU ROJA ŞEMIYÊ LI DUSSELDORFÊ KOM BIBIN’

Aktîvîsta TJK-E Ezda Kajîn, bibîr xist ku li Ewropa gelê Kurd di pêşengtiya jin û ciwanan de li qadanin û wiha pêde çû: “Bi ti awayî em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Ji ber vê her ku diçe fikarên me zêde dibe. Kurd bi hêrseke mezin li qadanin û nerazîbûnên tund nîşan didin. Heta ku têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê xwe em agahî bigirin em qadan vala nakin. Di serî de jin û hemû gel divê li qadan kom bibin. Li bajarê Kolnê ev hefteyeke bê navber çalakî tên lidarxistin. Wê sibe jî li Kolnê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek bê lidarxisin. Wê roja Şemiyê jî di çarçoveya NRW’ê de li bajarê Dusseldorfê xwepêşandanên protestoyî yên girseyî bên lidarxistin. Bang li hemû gelên xwe dikin ku tevlî çalakiyan bibin.”