TJK-E: Di 21’ê Îlonê de em li Maastrîchê bin!

TJK-E’yê ji bo azadiya Ocalan, statuya Rojava û darbeya qeyyûm bangî çalakiya di 21’ê Îlonê de ya li bajarê Masstrîchê ya Hollandayê kir.

TJK-E’yê ji bo azadiya Ocalan, statuya Rojava û darbeya qeyyûm bangî çalakiya di 21’ê Îlonê de ya li bajarê Masstrîchê ya Hollandayê kir.

Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên statukoparêz û emperyal ên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hewl dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl bigirin û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê qels bikin. Lê li dijî van êrîşên wan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê geş dibe. Îro ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Emerîkaya Latîn heta Efrîkayê li her derê gel piştgiriya Tevgera Azadiyê ya Kurdan digirin.

Li dijî êrîşên faşîst a bloka AKP û MHP’ê pergala li Rojava ava dibe, jin di serî de hêvîyê dide hemû gelan. Statuya Rojava tê wateya şênberkirina hêviya gelan û baweriya ji azadiyê.

Faşîzma AKP û MHP’ê bêtehamuliya xwe ya li hemberî destkeftiyên Kurdan li her derê nîşan dide û tola têkçûna di hilbijartinan de dixwaze ji gelê Kurd bistîne. Herî dawîn bi darbeya qeyyûm re îradeya gelê Kurd tune hatiye hesibandin.

Di 21’ê Îlonê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, ji bo sekinandina êrîşên li ser Rojava û ji bo xwedîlêderketina berxwedana gelê me yê li Bakurê Kurdistanê em ê dengê xwe bilind bikin Em jin bi ruhê seferberiyê bibêjin ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Rojava re û em ji desteserkirinê qeyyûman re bibêjin na’ Bi vê coşê em bang li hemû gelê Kurd, jin û dostên wan dikin ku bi awayekî xurt tevlî vê çalakiyê bibin.”