TJA’yê zextên li dijî Tevgera Azadî şermezar kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) girtina buroyên Tevgera Azadî şermezar kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) îro têkildarî girtina buroyên Tevgera Azadî ku li Herêma Kurdistan a Federal kar dike, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku hêzên mêtînger li dijî gelê Kurd bûne yek û wiha hate gotin; “Roj roja yekîtiya gelê Kurd û bihêzkirina berxwedana sedsalê ye.”

‘LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ EM BIBIN YEK’

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Beriya niha li Bakur, Rojhilat û Rojavaê Kurdistanê em bi gelek saziyên jin re û ji bo yekîtiya netewî ya Kurd civiyan. Di gotubêjên hatin kirin de fîkrê hevbeş a derketî holê sazî û komeleyên Kurd bi fikir û hizrên cûda derketin. Ev jî zenginiya Kurdan e. Em TJA jî vê bangê dikin; Li dijî îxanet, dagirkerî û hovitî û êrîşên li dijî Tevgera Azadî têbikoşin û liberxwe bidin. Divê berî demekê PDK, YNK û aliyên demokrat vê mohrê hilweşînin. Li dijî dewletên ku êrîşî azadiya Kurd dikin em bibin yek.”