TJA: Teqez e ku jin wê bi ser bikevin
TJA li dijî ji parlamenteriya xistina Besîme Konca daxuyanî da û got, ‘ti hikmê biryarê nîn e.’’
TJA li dijî ji parlamenteriya xistina Besîme Konca daxuyanî da û got, ‘ti hikmê biryarê nîn e.’’
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Rêxistina Bajêr a Amedê ya DBP’ê ji ber ji parlamenteriyê xistina parlamentera Sêrtê ya HDP’ê Besîme Konca daxuyaniyek da.
Aktivîsta TJA’yê Elîf Haran got ne rashatiniyeke ku Konca ji parlamenteriyê hatiye xistin.
‘TI HIKMÊ BIRYARÊ NÎN E’
Haran diyar kir ku Konca ji mêj ve aktîvîsteke têkoşîna jinê ye, her li pêş e û got, ‘’Besîma wekîla jinan û gel e. Li pêşberî vîna gel ti hikmê biryara meclîsa AKP’ê nîn e.’’
ÊRÎŞEKE ÎDEOLOJÎK Û POLÎTÎK A BI SER TÊKOŞÎNA JINÊ DE YE
Haran bi domdarî wiha got, ‘HDP ji bo ku bûye dengê xurt ê hemû cihêtiyên civakî, jinan û çewisandiyan AKP, HDP ji xwe re kiriye hedef’ û got ji parlamenteriyê xistine Hevseroka HDP’ê Yuksekdag, Nursel Aydogan, Tuba Hezer û Besîme Konca ‘‘êrîşeke îdeolojîk û polîtîk a bi ser têkoşîna jinan û destkeftiya jinan de ye.’’
BANGA LI JINAN
Haran got Konca, Yuksekdag, Aydogan û Hezer vîna têkoşîna jinê ne wiha dom kir: ‘’Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî faşîzmê bi biryardarî û rêxistinî têbikoşin. Azadkirina jiyanê di dest jinê de ye. Teqez e ku jin wê bi ser bikevin.’’