Tirsa dewleta Elman a ji ala YPG'ê dewam dike

Tevî ku dadgehên herêmî yên li Elmanyayê biryar dan ku ala YPG'ê 'sûc' nîne, dozger lêpirsînên nû vedikin. Herî dawî bang li rojnamevanê Elman Peter Schaber hate kirin ku ji ber piştgiriya ji bo YPG'ê îfadeyê bide.

Tirsa dewleta Elman a li alên YPG/YPJ'ê dewam dike. Tevî ku li Elmanyayê li dijî van hêzên Rojavayê Kurdistanê qedexeyeke fermî nîne jî, alên YPG/YPJ û PYD di çarçoveya fermannameya 2'ê Kanûna 2017'an a Wezareta Karên Hundir de hatibû qedexekirin.

Bi taybetî li Eyaleta Bavyerayê, bi hinceta ala YPG/YPJ'ê û piştevaniya li Rojava, hêzên ewlekariyê diavêjin ser malên aktîvîstên Elman û lêpirsînê li wan vedikin. Eşkere bû ku lêpirsîneke bi heman rengî li rojnamevan Peter Schaber hatiye vekirin.

Schaber yek ji edîtorên kovara Lower Class a çepgir û rojnameya Jûnge Welt e. Polîsên şaxê siyasî yê Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê ji bo îfadeyê bang li Schaber kirin. Schaber bi 'alîkariya ji bo rêxistineke terorê ya biyanî' hate sûcdarkirin.

'MIN DESTEK NEDA TERORÊ, MIN DESTEK DA KESÊN LI DIJÎ TERORÊ TÊDIKOŞIN'

Schaber ku demekê li Sûriye û Rojava ma û tecrûbeyên xwe yên li vir kir pirtûk, anî ziman ku ew li pêşberî lêpirsînê matmayî maye. Schaber diyar kir, wî destek daye têkoşîna li Rojava ya li dijî DAÎŞ'ê, piştgirî daye modela civakî, sîstema komunal û jiyana wekhev a li Rojava.

Rojnamevanê Elman diyar kir, kesên bi aqil ti carî ji YPG û YPJ'ê re nabêjin 'terorîst' û wiha dewam kir: "Du sedemên hewldanên Elmanyayê yên li dijî YPG'ê hene. Ya yekemîn; hevkariya bi rejîma Erdogan re, ya duyemîn jî tirsa ji ber nêrînên YPG'ê ye. Ne ji çekên YPG'ê, lê ji fikrê YPG'ê ditirsin. Fikrê YPG'ê ji bo sîstema kapîtalîst cihê fikaran e."

PARTIYA ÇEP NERAZÎBÛN NÎŞANÎ LÊPIRSÎNÊ DA

Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşanî lêpirsîna li rojnamevan Peter Schaber hatiye vekirin da. Jelpke bi bîr xist, YPG li Elmanyayê ne rêxistineke qedexekirî ye, ne jî weke 'rêxistineke terorê' tê binavkirin û der barê lêpirsîna li Schaber hate vekirin got, 'êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye'.

Polîsên Berlînê ji ber piştevaniya bi YPG'ê re dosyayeke nû ya lêpirsînê vekir, lê li Eyaleta Saksonya Jêrîn dosyaya lêpirsîneke bi heman rengî hate girtin. Meha sibatê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, li bajarokê Wendlandê li avahiya dîrokî ya bi navê Gasthof Meûchefîtzê pankarta bi nivîsa "Hêzên Tirk bi çekên Elman li Rojava mirovan dikuje, Bijî YPG/YPJ" hatibû daliqandin.

Polîsan piştî demekê avêtin ser avahiyê, pankart desteser kirin û dozgeriya Lunebûrgê der barê rêveberê avahiyê aktîvîst Hans-Erîch Saûerteîg de biryara lêpirsînê da. Li gorî agahiyan, dozgeriyê doh dosya lêpirsînê girtiye û Saûerteîg sûcdar nedîtiye.

Destpêka meha Kanûnê jî dadgeheke herêmî ya li Gelsenkîrchenê di doza aktîvîsta Elman Monîka Gartner-Engel de biryara beraatê dabû.