Tirsa dagirkeriyê ji medyaya sosyal: 13 kes destgîr kirin
Li Edene 13 bikarhênerên ku li dijî dagirkeriya Tirk li hesabên xwe yên medyaya sosyal helwesta xwe nîşan dan ji hêla polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.
Li Edene 13 bikarhênerên ku li dijî dagirkeriya Tirk li hesabên xwe yên medyaya sosyal helwesta xwe nîşan dan ji hêla polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Edene ya Tirk li Edenê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin û 13 bikahênerên medyaya sosyal bi sedema ku li ser hesabê xwe li dijî dagirkeriya qirker a Tirk li ser Rojava derdiketin hatin destgîrkirin.
Her wiha tê gotin polîsên Tirk li 3 kesên din jî digerin da ku wan destgîr bikin.