Tirs ketiye dilê AKP-MHP'ê: Li her navçe û bajaran hîleyan dikin!
Rejîma AKP-MHP’ê, bi tirsa windakirinê li hemû navçe û bajaran dest avêt hîle û binpêkirinan.
Rejîma AKP-MHP’ê, bi tirsa windakirinê li hemû navçe û bajaran dest avêt hîle û binpêkirinan.
Çend ji hîle û binpêkirinan wiha ne:
* Li Îzmîr Dibistana Mûstafa Reşît, du zerfên dengan dane dengdêrekî. Li ser vê gazî parezer hate kirin.
* Li Gevera Colemêrgê li Dibistana Farabî, muşahîdên HDP’ê, ji hêla polês ve hatin dexistin. Li dibistanê ji gel zêdetir polês hene.
*li Gundê Qamişli yê Gevera se bi Colemêrgê, leşkeran derî li ser sindoqa hejmar 1193’an girt û nehişt dengdêr dengên xwe bidin.
* Li Somaya Manîsayê, li Dibistana Mehmet Akîf Ersoy, serokê sindoqa hejmar 1014, xwest muşahîdên CHP’ê derxe derve, lê muşahîdan sindoq neterikandin.
*Li Edene/Çûkûrovayê, li ser sindoqa hejmar 2370’î propagandaya ‘Tifaqa Cûmhûr’ hate kirin. Serokê sindoqê guh neda giliyan.
*Li Îstanbul Bayarampaşayê, li Dibistana Ahmet Haşîm, li ser bêrêbaziya dengdanê nerazîbûn hat nîşandan û ev jî bû sedema xirecirê. Kesekî ku xwest vê xirecirê bikêşe, ji hêla AKP’yiyan ve hat derbkirin.
*Li Dibistana Huseyîn Ersû ya li Sûltangaziyê, mûşahîda CHP’ê û parêzer, kesên şalwar li xwe kirî du caran êrîşî wan kirin û gef li wan xwarin.
*Li Golcuka Kocaeliyê, li Dibistana Ûgur Mûmcû, AKP’yiyan êrîşî muşahîdan kirin û dîmenê wê hatin parvekirin.
*Hate ragihandin ku li Gundê Elmali yê Çewligê dibistanên ku dengdan lê tê kirin, ji hêla leşker û polêsan ve hatiye dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn ku şandeya OSCE’yê biçe gundan lêkolîn bike.
*Li taxa Hûrma ya Konyaalti ya Antalyayê, li Dibistana Fettah Tamînce hat angaştkirin ku li baxçeyê dibistanê hinek kesan hinek telîs dane hinek kesên din.
*Hate ragihandin ku danê sibê saet 6:00’î otobûseke tijî telîs, dengên hatî dizîn anîne dibistanê Pîrîpaşa ya Okmeydaniya Îstanbûlê. Karmendê hilbijartinê ji dibistanê hatin dûrxistin û di dema neqilkirinê de jî telefon hatine komkirin.
*Hate ragihandin ku li Antalyayê hinek polîsan, bi fotokopiya belgeya 142, li 3-4 cihan deng dane.
*Li Gundê Akziyaret ê Qosera Mêrdînê, muxtarê gund bi gotina ‘Ez nahêlim deng telef bibin’ nahêle dengdêr dengên xwe bidin, li şûna wam ew bi xwe dengan mohr dike. Mamosteyê peywirdar jî hat derbkirin û ji dibistanê hate dûrxistin.
*Fatma Guneş a peywirdara Dibistan Koşûyolû ya Amedê ku tenê sindoqek lê heye, destûr nadinku bikeve hudir.
*Li Dibistana Yûnûs Emre ya Amedê peywirdarên HDP’ê ji hêla polêsan ve gefa destgîrkirinê li wan tê xwarin û nahêlin ku bikevin hundir.
*Li Dibistana Suleymanşah kesên ku di lîsteya dengdêran de navê wan tune, deng didin û di heman demê de çend kes bi hev re dikevin xaneya dengdanê.
*Li Erziromê qertên sexte yên ji hêla wezareta karê hundir ve hatî mohrkirin hatin dîtin.
*Hate ragihandin ku li gundê zeyrok ê navçeya Pasûra Amedê dengên bi AKP’ê hatî mohrkirin hatine dîtin. Li ser nerazîbûnan leşker û cerdewan bi çekan ketin hundirê dibistanê.
LI ENQEREYÊ HER XULEK BINPÊKIRINEK E!
*Li Sîncana Enqerê, li Dibistana Ozkent Akbîlek şeş endamên ‘6 deng û wêdetirî wê’ hatin derbkirin.
*Li Dibistana Kavaklidere ya Çankayayê bi hinceta ku dengdanê destpê kiriye, muşahîd negirtin hundir. Parêzer û rayedarên partiyan destwerdan kir û pirsgirêk çarser bû.
*Li Dibistana Necla Îlhan Îpekçî ya Gazîosmanpaşa saet 08.40’de serokê desteya sindoqan bi gotina, “Beriya serjimariyê hûn nikarin li vir bisekinin” nehişt muşahitên sindoqan çavdêriyê bikin.
*Li navçeya Çankaya ya Enqere ye û gel nerazîbûn nîşan da jî şagirtên dibistana leşkerî deng dan.
*Li Dibistana Refîka Aksoy a Batikentê bi boneya ku hibra muhrê difire û jê diçe dengdan hate rawestandin. Piştre pirsgirêk hate çareserkirin û dengdanê dewam kir.
*Li Keçîoren a Enqerê, li Dibistana Îbrahîm Akdogan jinek bi tîşortê AKP’ê çû ser sindoqê. Bi destwerdana dedor ji wir hate dûrxistin.